Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn piştî 12 rojan hat şandin

ENQERE - Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn a piştî nîqaşên 10 rojan di Lijneya Giştî ya Meclîsê re derbas bû, piştî derbasbûyyînê bi 12 rojan ji bo tesdîqkirinê ji Serokomariyê re hat şandin.

Pêşniyara Qanûna Bingehîn a li Meclîsê hat qebûlkirin, piştî 12 rojan ji bo tesdîqkirina Serokomar recep Tayyip Erdogan ji Qesra Serokatiyê re hat şandin. Bi tesdîqkirina Erdogan re dê biryara di heman rojê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Dê di heman rojê de jî pêvajoya referandûmê ya 60 rojî dest pê bike.

Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, ji bo referandûmê 2-9'ê Nîsanê nîşan dabû.

Ji bo Serokomar qanûnê tesdîq bike an jî îade bike 15 roj muhleta wî heye. Heke Serokomar qanûnê tesdîq bike, ji bo qanûn berpêşî gel bê kirin dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Piştî di Rojnameya Fermî de hat weşandin, dê di roja Yekşema ewil a piştî roja 60'emîn refernadûm bê kirin.