Destûr nedan Heyeta PES'ê Demîrtaş bibîne

EDÎRNE - Parlamentoya Ewropa û Partiya Sosyalîst a Ewropa ( PES), xwestin bi Hevserokê HDP'ê Selattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê bi Demîrtaş re hevdîtin bikin. Lê Walîtiya Edîrneyê destûr neda heyeta PES'ê. Serokê Gişti yê PES'ê Sergey Stanişev, diyar kir ku armanca van zextan tunekirina HDP’ê ye.

Parlamentoya Ewropa û Partiya Sosyalîst a Ewropa ( PES), bi armanca balê bikşînin ser rewşa Hevserokên HDP'ê yên girtî, çûn Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê û xwestin Demîrtaş ziyaret bikin. Lê Walîtiya Edîrneyê bi hinceta "Qedexe ye" destûr nedan hevdîtinê. Heyeta ku xwest biçe girtîgehê li pêş girtîgehê rastî barîkata leşkeran hat. Leşkeran pêşiya heyetê girt û destûr neda heyet biçe girtîgehê. Piştî leşkeran bi hinceta "Qedexe ye" destûr neda heyetê, heyetê li tenişta girtîgehê daxuyanî da. Heyetê 200 metre li dûrî girtîgehê daxuyanî da.

SEROKÊ PES'Ê: DIXWAZIN HDP’Ê XELAS BIKIN

Serokê Giştî yê PES'ê Sergey Stanişev, daxuyanî da û diyar kir ku li dijî Tirkiye rexneyên giran hene û wiha got: “Ji bo em rexneyên xwe bînin ziman em îro li Tirkiye ne. Divê tezîr û bandora pêkanînên piştî 15'ê hewldana darbeyê li ser civaka demokratîk û sivîl neyê xuyakirin. Zextên li ser HDP’ê nayên qebûlkirin. Armanca girtinan xelaskirina HDP'ê ye. HDP'ê bi milyonan dengê hêzên demokratîk girtiye. Tirkiye ji bo YE'ê girîng e. Em dê vê rewşa li Tirkiye li welatên ewropa parve bikin.

LI SER ROJNAMEGER Û AKADEMÎSYENAN ZEXT HENE

Parlamentera Alman Arne Lietz jî anî ziman ku fikarên wan ên li hemberî Tirkiye zêde ne û wiha got: "Li ser rojnameger û akademîsyenan zext hene. Em ji vê rewşê bi fikar in. Heta ku Tirkiye berpirsiyariya xwe pêk nîne, vize jî nayên serbestkirin.

PARLAMENTERÊ SWÊD: EM BI FIKAR IN

Parlamenterê Swêd Maria Granlmd jî anî ziman ku ji ber girtina Demirtaş û geşedanên dawî yên li Tirkiye bi fikar in. Em dê vê rewşê li Swêdê bînin ziman.

PARLAMENTERÊN ÎTALYAN: DIVÊ DARBEYÊ LI DIJÎ DEMOKRATAN BIKAR NÎNIN

Parlamenterê Îtalya Pia Elda Locatellî jî anî ziman ku divê darbeya 15'ê Tîrmehê li dijî kesên demokrat bikar nînin. Cîgirê Hevserokê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî anî ziman ku wan xwest Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş ziyaret bikin, lê Hevserokê wan di bin tecrîdê de ye.