ENQERE - Nûçeya “Bîlgen hat girtin” a ku beriya Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bê girtin hatin weşandin xistin rojeva Meclîsê.
Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen piştî hat binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan, li ser îtîraza dozger carekdin hat binçavkirin û di 31’ê Çileyê de hatibû girtin. Hêj Bîlgen ne hatibû girtin çapemeniya alîgirê hikûmetê nûçeya “Bîlgen hat girtin” wekî deqeya dawî derbas kirin. Wêneyê ku dema Bîlgen nûçe di televîsyonê de temaşe dikir bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Parlamentere HDP’ê yê Wanê Nadîr Yildirim, mijar bir rojeva Meclîsê. Yildirim, pêşnûmepirsa ku xwest Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bi bersivîne radestî Serokatiya Meclîsê kir.
Yildirim, derbarê mijarê de ev pirs ji Bozdag kir: “Derbarê televizyona ku hêjî biryara dadgehê bi encam nebûye nûçe daye de lêpirsînek hatiye vekirin? Têkiliya wezareta we bi çapemeniya ku encama dadgehê daye re heye?