STENBOL – Siyasetmedarên berê yên li eniya "Na"yê cih digirin gotin, di pêvajoya OHAL'ê de referandûm zehmet e. Wezîrê Xebat û Ewleyiya Civakî yê berê Ziya Halis, dest nîşan kir ku heke pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de derbas bibe dê tam "padîşahek" bê afiranidn û wiha got: "Ya rast ew e ku di referandûma Qanûna Bingehîn de gelê me dengê 'Na'yê bi kar bîne."
Siyasetmedarên berê yên berê di qademeyên cuda yên AK Partî, CHP, ANAP, HDP û MHP'ê de cih gitibûn jî mudaxilî xebatên referandûmê dibin. Siyasetmedarên berê yên di eniya "Na"yê de cih digirin sedema çima dibêjin "Na" ji raya giştî re vegotin.
HALİS: TAM SEPANDINEKE PADÎŞAHÎ YE
Wezîrê Xebat û Ewleyiya Civakî yê berê Ziya Halis, anî ziman ku pêvajoya ber bi referandûmê diçe bi awayekî antîdemokratîk hatiye amadekirin û wiha got: "Qanûneke bingehîn e ku, bêyî bi civakê re bê parvekirin, bêyî serî li mutabaqata civakê bê dayîn tenê di navbera du partiyan de hatiye amadekirin. Ji ber vê tu rewabûneke wê tune ye."
Halis, dest nîşan kir ku heke pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de derbas bibe dê tam "padîşahek" bê afiranidn û wiha axivî: "Em ê li welatekî ku hemû hêz li cem du kesan berhev dibin, dê di navbera du lêvan de bin bijîn. Ev aloziyeke mezin e. Wê demê dê Tirkiye ji niha bêtir bêaram be. Ya rast ew e ku di referandûma Qanûna Bingehîn de gelê me dengê 'Na'yê bi kar bîne. Heke gelê me bifikire, dê teqez 'Na' derkeve."
YALÇINBAYIR: DÊ AŞTIYA CIVAKÎ XERA BIBE
Ji avakarên AK Partiyê prlementerê berê û Alîgirê Serokwezîr Ertugrul Yalçinbayir jî balê kişand ser binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em bi awayekî baş mafên mirovan bi rê ve nabin. Ev maf ji welîdînê heta mirinê, heta piştî mirinê jî ji bo me hatine dayîn. Ev maf ne lutfa hikûmetê, ne lutfa parlementoyê ne û ne jî bi biryarên darazê ji holê tên rakirin. Heke wisa bibe, dê aştiya civakî xera bibe."
‘EV QANÛNA BINGEHÎN EZMÛNA CIVAKÊ YE'
Yalçinbayir, anî ziman ku referandûm ji bo civaka Tirkiyeyê ezmûnek e û wiha axivî: "Ezmûna demokrasiyê ye, ezmûna hemû nirxan e, ezmûna pirdengî, veqetana hêzê, dilxweşî, azadiyan e. Ev ezmûn ew e ku divê ji nav du lêvan danweşe. Ne bi xwestek û hewesên kesan, divê bi aqilekî hevpar bê tevgerîn. Pesariya aqilê hevpar aqilê gerdûnî ye. Em dibînên bê bi aqilê gerdûnî qanûnên bingehîn çawa tên çêkirin. Li cîhanê ji 1983'yan heta niha nêzî 200 heb qanûnên bingehîn hatine çêkirin. Di nava du lêvan de wek deqîqeya dawîn bi pêşniyarên suprîz Qanûna Bingehîn nayê çêkirin. Ev qanûna Bingehîn ezmûna civakê ye."
OYMEN: DI VAN ŞERTAN DE PÊKANÎNA HILBIJARTINÊ ZEHMET E
Siyasetmedar û Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê û Wezîrê Turîzm û Danasînê yê Hikûmeta 40'emîn Altan Oymen jî diyar kir ku, di pêvajoyeke ku her roj binçavkirin, girtin, derxistina jikar, tayînkirina qeyûman çêdibe de referandûmeke tenduristiyane çênabe û wiha got: "Derfetên OHAL'ê li holê ne. Mafên wisa didin îdareyê ku her cure civînan asteng dike, qedexeyên derketina derve... Yanî gelek binpêkirinên azadiyan. Ev di rejîmên OHAL'ê de tên kirin. Di van şert û mercan de pêkanîna hilbijartinê zehmet e. Divê demildest OHAL bê rakirin. Referandûm jî piştî wê bê kirin."
‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI OHAL'Ê BÊ'
Oymen ê girtina hevserokên HDP'ê, parlementeran û hevşaredarên DBP'î bi gotinên "Tiştekî ecêb" nirxand wiha axivî: "Zêdeyî 10 parlementerên HDP'î girtî ne. Ev jî ne tiştekî normal e. Ev jî tê wateya ku perçeyeke Meclîsê girtiye. Gelek rêveberên partiya 3'yemîn a Meclîsê girtî ne. Divê ev rewş biguhere. Lê ewqas tişte hene ku divê bên sererastkirin û guherandin, yanî bi hejmarê naqedin. Di bingeha vê de divê demildest dawî li OHAL'ê bê, cih digire. Çi bê kirin divê piştî wê bê kirin."
Oymen wiha got: “Îro demokrasiya tirkan, li gor welatên demokratîk di biniya şert û mercan de ye. Ji bo Tirkiye demokratîkbûyîna xwe bidomîne, divê ji vê rewşê rizgar bibe."