ENQERE – Parlamenterê HDP'ê İdrîs Baluken hîn ji girtîgehê derneketibû, du parlamenterên HDP'ê yên din jî hatin girtin û Baluken vê rewşê wiha nirxand: "Hewaya xweşbîniyê li nav deriyê girtîgehê hat berhewakirin." Baluken, têkildarî referandûmê jî ji ber hîn 12 parlementerên HDP'î û bi hezaran siyasetmedar girtîne, parast ku di atmosfereke wiha de dê tu meşrûtiyeteke wê tune be. Dest nîşan kir ku, heke zemîna vê meşrûiyetê bê peydekirin dê gel li sandoqê dersa kesên ji vê dîmena heyî berpirsiyar in bide.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Serokwekîlê Koma HDP'ê yê berê İdris Baluken ê di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin û 3 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat ragirtin, di 30'yê Çileyê de hat tahliyekirin û piştî tahliyeya xwe pêvajoya girtîgehê û piştî wê ji dîhaberê re nirxand. Baluken, di hevpeyvîna xwe ya duha hat weşandin de, ewil pêkanînên şeva hat girtin û pêvajoya li girtîgehê ragihandibû. Di beşa duyemîn û ya dawî ya hevpeyvînê de jî, pêkanîn piştî tahliyeyê û geşedanên siyasî yên Tirkiyeyê ji dîhaberê re nirxand.
‘HEWAYA XWEŞBÎNIYÊ LI NAV DERIYÊ GIRTÎGEHÊ HAT BERHEWAKIRIN'
* Piştî biryara tahliyekirina we bi kêliyekê Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen û Parlementera Edeneyê Meral Daniş Beştaş hatin girtin. Gelo di ser van girtinan re, ku piştî tahlieykirina we bi kêliyekê çêbûn, dixwazin peyamekê bidin an? Hûn vê çawa dinirxînin?
Rewşeke şokeyî ye. Tim dixwazin nêvengeke şokî biafirînin. Dixwazin bi vê re têkildarî domandina nêvenga çewîsener tim peyaman bidin. Ev ji aliyê gelê kurd an jî hilbijêrên HDP'ê wek domandina nêvenga çewisîner û ji aliyê hilbijêrên netewerest jî wek xweşbîniyekê digirin dest. Wekî din îzahiyeteke vê tune ye. Dema ez tahliye bûm, li me hemûyan kêfxweşiyeke dilmayî peyda bû. Ev bi temamî ji ber şert û mercên tecrîdeke 3 mehî ye, lê hevalên me hîn jî di bin wan şert û mercan de ne. Rewşa hevserokên me wisa. Ji girtîgeha em jê derketin, ji xebatkarên navenda partiyekê bêtir siyasetmedar hene. Dema tu wan li wir dihêlî û derteê, her tişt venaguhere atmosfereke xweşbîniyê, tu nikarî wisa bibêjî. Lê gelo dê bibe munasebeta hin tiştên diyar an na? Vê hewaya xweşbîniyê ya li we peyda dibe, hîn hûn gava xwe ya ewil ji deriyê girtîgehê ve davêjin, nûçeyek ji we re tê ragihandin û bi vê re hema bêje her tişt tê berehwakirin. Du hevalên parlementer ên têkildarî biryareke huqûqî ya tahliyeya 3 roj berê, dubare biryara girtina wan tê dayîn. Wisa difikirim ku li vî welatî ji bo kesên bindest xweşbîniyeke biçûçik jî zêde tê dîtin. Wekî din tu wateyeke vê tune ye.
‘BIRYARA DADGEHA BILIND A TAHLIYEYÊ JI BO PARLEMENTERÊN DIN JÎ EMSAL E'
* Di biryara tahliyeya we de, Dadgeha Bilind atifî biryara parlementerên din ên di dîrokên cuda de hatine girtin jî dike. Ev biryar ji bo we hat sepandin, lê hîn jî 12 parlementerên HDP'î girtî ne, ma ev ji bo HDP'iyên din jî ne emsal e?
Niha nizanim, biryara ji bo min hat dayîn gelo li ser hesabên siyasî ye an di warê birêvebirina huqûqî d eye. Dema em li biryarê dinihêrin, wisa tê dîtin ku wek dadgehê hin krîterên huqûqî li ber çavan girtiye. Ji ber em parlementer in, ev biryara Dadgeha Bilind ji bo rewşa hemû hevalên me yên parlementer derbasdar e, emsalî rewşa heyî dike û divê demildest ji holê bê rakirin. Lê heke hûn bibêjin dê ev pêvajo wisa şikil bistîne? Dê ji bo vê bersiveke min a zelal tune be. Çimkî heke pêvajoyên huqûqî bi rê ev biçûnan, ji xwe diviya Dadgeha Bilind di nava vî 3 mehî de teqez biryarek bidana. Bifikirin 2 hevserok û 12 parlementerên partiyeke siyasî girtî ne. Siyasetmedarên hilbijartî, hevşaredar girtî ne; biryarên emsalî yên berê derbarê parlementeran hatine dayîn hene. Lê Dadgeha Bilind ev 3 meh e hîn jî ev nexistiye rojeva xwe. Tu hêleke vê ya bê qebûlkirin tune ye. Ev nîşan dide ku pêvajoyên huqûqî rastî pêkûtî û çewisandinan tên. Heke li Tirkiyeyê hin tişt di rewşeke asayî de bihatanan nirxandin, qenaeta min ew e ku diviya Dadgeha Bilind biryarên emsalî yên berê ji bo parlementer, hevserok û rojnamgerên girtî esas bigirtana û demildest biryarek bidana.
‘JI BO PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ SÛC BÊ HESIBANDIN DAFIK, KUMPAS XISTIN DEWRÊ'
* Raya giştî we wek endamekî Heyeta Îmraliyê dizane. Piştî wêneyê li Dolmabahçeyê, hin navên li hêla hikûmetê ji arenayeke siyasî hatin vekişandin. Ji 3 endamên HDP'î 2 jê hatin binçavkirin, hûn hatin girtin. Ji aliyê pêvajoya çareseriyê ve, ev hemû tên çi wateyê? Qey heyfek tê stendin?
Têkildarî dosyeya ez pê hatim girtin, kesên fezlekeyên têkildarî hemû xebatên ku sûcên giran îstinadî wan tên kirin amade kirin; mensûbên vê avayiya paralel, hêzên emniyetê û yên îdianame amadekirin jî dozgerên têkildarî avayiya Fethullahî ne. Niha hemû di girtîgehê de ne. Em baş dizanin ku van mirovan bê berê çawa pêvajoya çareseriyê sabote kirine. Ji operasyonên KCK'ê heta yê niha, di komkujiya Parîsê û gelekên din de em baş dizanin bê vana çi peywir girtine. Diyar e ku dema pêvajoya çareseriyê bi rê ve diçû, a rast ji bo pêvajoya çareseriyê bê mehkûmkirin amadekariyeke wisa hatiye kirin. A rast rewşa min tiştekî hîn xwemaltir îfade dike. Di ser min re xwestin hemû xebatên pêvajoya çareseriyê bên mehkûmkirin. Belkî ji aliyê van dozgeran ve der barê hin rayedarên hikûmetê yên li wir jî hin tişt hatibin amadekirin. Têkildarî rewşa min, ku min ji heyeta dadgehê re jî îfade kir; sibê dusibe dibe der barê hemû kesên ku di vê pêvajoyê de xebat dane meşandin de bibe cihê encamên cuda. Ji ber vê di wê qenaetê de me ku di şexsê min de hemû xebatên wê demê ku bûne malên raya giştî, ji bo pêvajoya çareseriyê wek sûc bê hesibandin hin dafik, kumpas xistine dewrê.
‘PEYWIRÊN ME YÊN QANÛNÇÊKIRINÊ HATIN XESPKIRIN'
* Dema hûn girtî bûn, wek endamê qanûnçêkirinên bêyî hûn beşdarî wan bibin du hevdîtinên krîtîk; budçe û pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn li Meclîsê hatin çêkirin. Tevî we 11 HDP'î beşdarî van hevdîtinan nebûn. Wê demê ji bo daxilbûna hevdîtinan û bikaranîna mafê dengan bi daxwaznameyan serlêdan hatin kirin, lê nehatin qebûlkirin. Bêyî 11 endamên qanûnçêkirinê ev hevdîtin hatin çêkirin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Li ser navê gelê xwe me, di dema hevdîtinên budçeyê de, me mafê xwe yê hevdîtinê û dengdayînê bi kar neanî. Halbûkî mafê budçeyê yê gel di bin ewleyiya qanûna bingehîn de ye. Li ser navê gel diviya me jî venihartina budçeyê bikirana. Ev yek jiw an peywirên me yên girîng ên qanûnçêkirinê ne, lê hem di dema hevdîtinên budçeyê hem jî di dema dengdayînê de mafên me hatin xespkirin. Paşê jî di hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn ku pêşeroja demokratîk a welat eleqedar dike de, mafê me yê gotin û dengdayînê hatin xespkirin.
‘SEROKATIYA MECLÎSÊ GOGÊ AVÊT DARAZÊ Û XWEST JI BERPIRSIYARIYÊ BIREVE'
Bi awayekî aşkere mudaxieyî qanûnçêkirinê hat kirin. Di vê mijarê de me daxwazname dan Serokatiya Meclîsê. Dibe ku em bi awayekî derhuqûqî hatibin girtin, lê ev nayê wateya astengkirina peywira me ya qanûnçêkirinê. Me got, divê hûn mercên vê peyede bikin. Me xwest em mafê xwe bi kar bînin. Li gor qanûn û Qanûna Bingehîn a derbeyî ya heyî, li gel peywirên me yên qanûnçêkirinê di bin ewlehiyê de ne jî, lê ev hat astengkirin. Ev bi awayekî aşkere sûcekî Qanûna Bingehîn e. Kî ev sûc kir, berpirsiyarê wê kî ye? Em ê vê heta dawî bişopînin. Di vê mijarê de bi bersivên ku hatin dayîn Serokatiya Meclîsê ji berpisiyariyê reviyaye, gogê avêtiye darazê. Gotin ev biryara darazê ye û tu eleqeya me pê tune ye. Halbûkî daraz negotiye hûn ê deng bi kar neyînin, negotiye hûn ê peywira xwe ya qanûna bingehîn bi cih neyînin, negotiye hûn ê mafê xwe yê gotinê bi kar neyînin, yanî biryareke wisa nedaye. Lê Serokatiya Meclîsê di ê mijarê de tiştek nekiriye û bi ser de gogê avêtiye darazê û xwest ji bin vî barî derkeve.
Heke di vê mijarê de tiştek derkeve holê muhtemel e ku dê daraz jî bibêje, 'me biryareke wisa ne daye. Biryara girtina ku me daye, li pêşberî qanûnçêkirinê ne asteng bû", lê em vana hemûyan nizanin. Tenê em tiştekî dizanin ew jî mafên me yê qanûnçêkirinê hatiye astengkirin û di hevdîtinên herî krîtîk de nehiştin em peywira xwe bi cih bînin. Ev bi awayekî aşkere sûcekî qanûna bingehîn e. Dibe ku îro konjuktura siyasî ji bo van sûcên qanûna bingehîn hin tiştên huqûqî nake, lê em ê teqez heta dawî vê bişopînin. Hem di nezda daraza netewî hem jî di ya gerdûnî de em ê vê binpêkirina mafên xwe yên qanûnçêkirinê bişopînin.
‘HEVDÎTINA QANÛNA BINGEHÎN NE REWA YE'
* Di dema hevdîtinên Qanûna Bingehîn de jî heman tişt hatin kirin.
Hevdîtina Qanûna Bingehîn a em beşdarî wê nebûne, bi tu awayî ne rewa ye Dema wek parlementerê Amedê navê min hat xwendin diviya li wir min deng bi kar bianiyana. Dema navê hevserokên me xwendin diviya li wir ji bo wan zemîna dengdayînê bihatana peydekirin. Bi kar bîne an jî neyîne, erênî yan jî neyînî, di kîjan wateyê de dê bandoreke çaw abike, dê encamên wê yên siyasî çi bin ev ne mafê tu kesî ye ku binirxîne. Di Qanûna Bingehîn û qanûnan de wiha hatiye pênasekirin. Ji ber vê, dengdayîna heyî bi xwe re nîqaşeke meşrû aniye. Bi ser de niha pêvajoyeke referandûmê anîne. Eşkere bibêjim; niha tu meşrûtiyet filan û bêvanê vê referandûmê tune ye. Heke hevserokên, parlementerên partiyeke 6 milyon deng wergirtine, hevşaredar bi hezaran siyasetmedar girtî bin, em ê behsa kîjan meşrûtiyetê bikin.
‘HETA DERHUQÛQÎTÎ DEWAM BIKE, DI SER REFERANDÛMÊ DE TEAHUDA PÊŞEROJÊ NAYÊ KIRIN'
Heke dixwazin di ser vê referandûmê re teahuda pêşerojekê bikin, divê demildest dawî li vê derhuqûqiyê bê. Bi rakirina vê derhuqûqiyê re divê hevserok, parlementer û hemû siyasetmedar vegerin ser xebatên xwe. Paşê li gor encama derkeve holê, divê tu wê ji xwe re referans bigirî. Em dîsa dikarin gelek tiştan bihejmêrin; Di şert û mercên OHAL'ê de referandûm tê kirin. Dê şert û emrcên OHAL'ê li bajarên kurdan dê veguherin sepandinên çawa ên rêveberiya awarte. Ji ewlehiya sandoqan bigirin heta pêvajoya YSK'yê ku dê kar û barekî çaw abide meşandin. Ev hemû ji xwe li civakê dibin cihê şik û gumanan, lê dema hevserok, parlementer,, hevşaredar û bi hezaran endam û rêveberên partiyeke ku 6 milyon deng wergirtine girtî bin, hûn ê vê dîmenê ji kê re vebêjin. Encam çi dibe bila bibe hûn nikarin vê bi awayekî rewayî di raya giştî ya Tirkiye û cihanê de binirxînin. Ji ber vê dema me kurt e û divê demildest ji vê çewtiyê bi paş ve gav bên avaêtin. Divê demidlest ev hemû siyasetmedarên hilbijartî vegerin ser karê xwe û li gor vê xebatên têkildarî referandûmê bibin rojev.
‘HEKE ZEMÎNA MEŞRÛIYETÎ BÊ PEYDEKIRIN DÊ GEL LI SINDOQÊ DERSÊ BIDE'
* Em ferz bikin di van şertana de pêk hat, li gor we dê encameke çawa derkeve holê?
Qenaeta min ew e ku, di vê mijarê de xebatên baş nehatine meşandin. Hemû qenalên muxalif yên dê dengê xwe bi wan ragihînin hatine girtin. Rojnamger hatine girtin, televîzyon hatine girtin. Çapemeniya berbelav, sansureke giran dixe dewrê, ji ber vê meşrûiyeta vê referandûmê baş nebû rojev. Qenaeta min ew e kud ivê zemîne vê meşriyetê baş bê peydekirin. Heke li ser vê zemînê rewşa heyî bê birêvebirin, dê ev li Tirkiyeyê bi awayekî baş bê nirxandin û dê li sandoqê derseke cidî bide berprisiyarên vê tabloya heyî.
‘DI BIN KRÎZÊ DE QELABTINA MASEYA ÇARESERIYÊ HEYE'
Îro, Tirkiye bi krîzeke giran a civakiyî, bi krîzeke giran a siyasî û aborî re rû bi rû ye. Polîtîkayeke rûxandî ya Sûriye û Rojhilata Navîn heye. Ji têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê heta polîtîkayên derve hemû li ber îflasê ne. Hema bêje çerq li ser çerqê dike. Sedema bingehîn ya vana qelabtina maseya çareseriyê, dubare vegera li pêvajoya polîtîkayên şerî û nenaskirina encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê. A rast AKP bi kirina vana re kevirên nêvenga krîzî, derbeya leşkerî û sivîl bi cih kir. Dê civaka Tirkiyeyê vê dîmenê hemû binirxîne.
Taliyê rewşa Tirkiyeyê ya ku AKP û Erdogan wê xistiyê li holê ye. Kî temamiya vê dîmenê wiha bifikire; 'dê civak neyê heisbandin, dê li ser nîqaşên rojane pozîsyon bê diyarkirin.' Bi ya min ev biçûkdîtina vîna gelên Tirkiyeyê ye. Wisa difikirim teqez dê temamiya vê dîmenê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve, li sindoqê bi awayekî cidî xwe bide der û dê ev ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve bibe cihê encamên zaf cidî. Dê ji aliyê gelê kurd ve jî; ji pêvajoya Sûr, Cizîr, Nisêbînê bigire heta bombekirina mîtînga Amedê ya bi beşdarbûyîna sedhezaran neyê qebûlkirin. Wê muameleya ku ji Ahmet Turk re rewa hat dîtin û kesên ku wê di wijdanê gelê kurd de xwestin bi awayekî din nîşan bidin, dê di sandoqana de bê dîtin ku çawa esas hatiye girtin.
‘DÊ AKP'YÎ NIKARIBIN LI RUYÊ ZAROKÊN XWE BINERIN'
* We got, dema hûn li girtîgehê bûn hin AKP û MHP'î bi riya parlementerên CHP'î peyam şandine. Piştî tahliyeyê jî kes liw e geriya yan? Di vî warî de bi taybetî der barê AKP'yiyan de nêrîna we çî ye?
Piştî derketim hin kes geriyan. Hin kes ji bo derbasbûyînê geriyan... Belkî îro ev rewş ji aliyê wan ve baş nayê îdraqkirin, lê bawer bikin dê çend sal şûnde nikaribin li rûyê zarokên xwe jî binihêrin. Dê sibê dusibe xwediyên vê dîmenê nikaribin li ruyê zarokên xwe, neviyên xwe binerin. Dê vê rewşê çawa îzah bikin. Em tim mînaka tiştên hatine jiyîn didin. Va ye me dît ku kesên Ahmet Turk, Orhan Dogan, Leyla Zana, Hatip Dicle şandin girtîgehê niha bê çawa ji qada siyasetê hatin paqijkirin. Wan bi serbilindî ew dîmen ji zarokên xwe re venegot. Ev rewş ji bo siyasetmedarên îro jî derbasdar e. Lê dîsa jî, em hîn jî li ser nirxekî ehrî biçûk jî tevdigerin û dibêjin divê ji xeletiyan paş ve gav bê avêtin.
Hayri Demir / Selman Gozelyuz - dîhaber