HDK: Em ê 'Na' çi bide qezenckirin 'Erê' çi bide windakirin vebêjin

STENBOL - Ji Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a nirxandina "Li vî welatî keda me hemûyan heye. Em ê desturê nedin kesek bê hemû azadiyên me desteser bike û keda me tune bike" kir, Onur Hamzaoglu jî wiha got: "Em ê 'Na' çi bide qezenckirin, 'Erê' çi bide windakirin vebêjin."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 2'yemîn Civîna Meclîsa Giştî li Taksîm Hîll Otelê li dar xist. Di civînê de hincetên wekî "Na, ji ser ez dixwazim xwe bi rêve bibim" "Na ez dixwazim bijîm" "Ji bo kesekî din pêdîviya me tune ye gotina dayî ya me ye Na" "Em hene û dibêjin Na" dima divê di referandûmê de dengê "Na" bê bikaranîn û têkîldarî vê slayta tu ji wêneyan pêk tê hate pêşandan. Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu axivîn.

Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu diyar kir ku 2017 ji bo wan watedar e û wiha berdewam kir: "Em di salvegera 100'emîn a Şoreşa Cotmehê de civîna xwe ya yekemîn li dar dixin. Divê 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê bê nirxandin û biryar bê dayîn. Her tişt di destên me de ye, kirin an jî nekirin. Divê bi vî rengî dest bi vî salê bê kirin."

LI TIRKIYEYÊ KRÎZA REJÎMÊ HEYE'

Hamzaoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî krîza rejîmê heye û li aliyê din jî xizaniyekî navendî heye, di heman demê de krîza devwletê jî heye. Hamzaoglu bal kişand li ser hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê û wiha berdewam kir: "Hewl tê dayîn ku vegerînin darbeyekî li dijî me. Ji wê rojê heta niha 18 KHK hatin derxistin. Di ya yekemîn de biryara OHAL'ê hat dayîn. OHAL heta 9 mehan hate dirêjkirin. Mayîndebûn an jî nebûna OHAL'ê di destê me de ye. 94 hezar û 867 kedkar ji kar hatin avêtin. Pasaport hatin betalkirin. ji 30 hezarî zêdetir kedkar ji kar hatine durxistin. Li benda biryara ku der barê wan de bê dayîn in."

Hamzaoglu da zanîn ku 2 jê Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji 10'î zêdetir parlamenter girtî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Der barê wan de ligel ku tu hikm tuneye jî bi awayekî derveyî qanûna bingehîn hem destnedayînên wan hatin rakirin hem jî hatin girtin. Partiya ku 14 sal in hikûmet e li bajar û navçeyên kurdan tu şaredarî nekarî bi dest bixin ev bi riyên din bi dest xist. 67 hevşaredar girtî ne."

Hamzaoglu destnîşan kir ku ew ê di xebatên xwe de "Na" dê çi bide qezenckirin, "Erê" çi bide windakirin vebêjin û axaftina xwe bi gotina "Dê 'Na' bi ser keve."

KOÇYÎGÎT: DÊ YÊN LI BERXWE DIDIN BI SER KEVIN

Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît jî wiha axivî: "Em bi ferzkirinekî ve rû bi rû ne. Ligel ku me nedixwest jî AKP'ê piraniya gelên Tirkiyeyê xapand û heta 15'ê tîrmehê anî. Piştî 15'ê tîrmehê gotin ev li dijî civakî hewldana darbeyê bû. Lê 15'ê tîrmehê li hemberî me, civakê, şoreşgeran, demokratan bi kar anîn. Vê dixwazin bi pêşnûmeya qanûna bingehîn tacîdar bikin."

Koçyîgît destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê dewlet bi makenîzma û refleksa xwe ve 80 parlamenterên HDP'ê qebûl nekir, ev yek da nîşandan û AK Partî û MHP bi vî aqilê dixwazin biçin referandumê. Koçyîgît got ku cewherî qanûna bingehîn li dijî perspektîfa HDK'ê têkoşîna wî û hemû nirxên wî ye. Koçyîgît wiha axivî: "Li vî welatî keda me hemûyan heye. Ji ber vê yekê azadiya vî welatî herî zêde mafê me ye. Em ê desturê nedin kesek bê hemû azadiyên me desteser bike û keda me tune bike. Tekoşîna me zehmet e lê em bi bîryar in. Em xwedî têkoşînekî mafdar, rast û baş in. Em, ên ku li ber xwe didin bi serkevin û derbasî dîrokê bibin."

Civîn piştî axaftina hevberdekan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.