Meclîs tê vekirin: Taktîka nû mijulkirina muxaletfetê ye

ENQERE - Pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku bi lez û bez ji meclîsê hat derbaskirin ligel ku hêj ji aliyê Serokomar Erdogan ve nehatibe erêkirin jî partiya îxtidarê hesabên ku di pêvajoya referandûmê de meclîsê vekirî bigire û muxalefetê "mijul bike" dike.

Piştî ku pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ji aliyê AK Partî û MHP'ê ve hatibû amadekirin, hate qebûlkirin dîsa bi dengên AK Partî û MHP'ê Meclîs ketibû betlaneya du hefteyan. Betlaneya Meclîsê bi dawî û îro dest bi mesaiyê dike.

TAKTÎKA MUXALEFETÊ LI MECLÎSÊ MUJIL KIRIN

Partiya îxtidarê ya ku di nava 10 rojan de bi saetan Meclîs da xebitandin û pûşnûmeya guhertina qanûna bingehîn da qebûlkirin, pêşnûmeya ku ji Meclîsê derbas kir 12 rojan li Meclîsê da rawestandin. Têkîldarî pêşnûmeyaka 5 roj in ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve tê rawestandin hê jî tiştekî zelal nîne, vê carê jî partiya îxtidarê ji bo HDP û CHP'ê bê bandor bike li ser taktîka ku di pêvajoya referandûmê de bi awayekî aktîf bide xebitandin xebatê dike. Li gorî agahiyan AK Partî û MHP a ku zêde parlamenterên wan hene bi Serokomar Erdogan ve ji 3 aliyan ve dê xebatê referandûmê bike bi vî rengî hewl dide ku bandora HDP û CHP ên ku hejmara parlamenterên wan zêde nîne kêm bike.

Ligel vê yekê dema ku partiyên muxalefetê bixwazin dema xwe bi hilbijêran re derbas bikin û Meclîsê vala bikin vê carê jî partiya îxtidarê hin qanûnên ku civakê eleqedar dike dê bîne Meclîsê bi vî rengî partiyên muxalefetê di nava dîlemaya "ji bo referandûmê li qadan bin an jî ji bo guhertinên qanûnî li Meclîsê bin" de bihêle.

DÊ ROJAVÊN SUNÎ BÊN AFIRANDIN

Îxtidar a ku bi taktîkên wisa dê hewl bide muxalefetê bêbandor bike di heman demê de hewl dide li Meclîsê jî hin rojevên sunî biafirîne. Li Meclîsê ligel ku lêçûnên parlamenterên îxtidarê zêde ye jî di vî mijarê de tenê hin parlamenterên muxalefetê derxistina pêş bi vî rengî tê şîrovekirin.

Li Civata Giştî ya Meclîsê hin pêşnûmeyên qanûnan û peymanên navneteweyî dê 10 pêşnûmeyên cuda li Meclîsê bê rojevê û bê nîqaşkirin.

MUXALEFET ACIZ E

Li vir bi taybetî HDP a ku bi xebata xwe ve li bajarên kurdan rolekî kilîtê dilîze jibilî parlamenterên hatine girtin yên heyî jî hewl tê dayîn li Meclîsê bên "hepskirin" û ji ber vê yekê ew jî li hemberî vê yekê bi awayekî bideng nerazîbûn xwe tînin ziman.

PÊDIVIYA ÎXTIDARÊ BI PARLAMENTERAN NEMAYE

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî balê dikişîne li ser lêgerînên bi vî rengî û pêvajoyê ji bo partiya îxtidarê wekî "pêvajoya biderengîxistinê" dinirxîne. Yildirim di pêvajoya referandûmê hewldana vekirî hiştira Meclîsê û wiha dinirxîne: "Partiya îxtidarê dibêje di destên min de hemû derfetên dewletê, walî, qaymeqam, midûrên emniyetê, amîrên mulkî, fermandarên cendirmeyan, heta meleyên mizgeftan dê ji bo min bixebitin. Ji ber vê yekê jî pêdiviya min bi partiya siyasî, parlamenteran nîne. Bi vî rengî hewl dide partiyên muxalefetê li Meclîsê heps bike û derveyî kampanyayê bihêle." yildirim destnîşan kir ku berê beriya ku Meclîs bê vekirin beriya hefteyekî rojev ji koman re dihat şandin lê ligel ku îro MEclîs vedibe jî hê ji wan re rojevek nehatiye şandin.

ANKET DEST Û MILÊN ÎXTIDARÊ GIRÊ DIDE

Yildirim têkîldarî îmzenekirina Serokomar Erdogan a pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn nîqaşên wekî "lêgerîna paşvevegerandina hin madeyan" jî wiha got: "Hin nîqaş hene ji ber nanokiyên di navbera wan û MHP'ê de tê gotin paket bi qismî dibe ku bê îayedikirin. Civak hatiye dorpêçkirin. Hema ku hemû tiştên jibilî 'Erê' hatiye qedexekirin. Lê ligel vê yekê jî hê îmzenekirina pêşnûmeyê ji ber bertekên civakê û ji ber anketên tên kirin e."