Piştî 87 rojan li wî kursiyê axivî

ENQERE- Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken e piştî 87 rojan ji girtîgehê hat berdan li koma partiya xwe ya li Meclîsê axivî. Baluken wiha got: "Divê îro Hevserokê Giştî yê HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ye, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê yê biaxiviyana."

Di civîna Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Serokwekîlê Koma HDP'ê yê berê û parlamenterê Amedê Îdrîs Baluken ê di 30'ê çileyê de ji girtîgehê hat berdan axivî. Piştî ku Hevserokênn Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin di civînên komê de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diaxivî. Lê piştî ku Ayhan Bîlgen di 31'ê çileyê de hate girtin cara sêyemîn xetibê partiyê di nava 4 mehan de cara sêyemîn hate guhertin.

Di axaftina Baluken de hin sernav wiha ne:

"Piştî cudabûna dirê û bi zehmet wekî heyecana mirovekî ji tecrîda 3 mehan ez we silav dikim.

Em bi rastî jî di nava pêvajoyekî bi zehmet de ne. Me cudabûne bi zehmet û bi rûmet jiyan kir. Min dixwest ku bibim parçeyekî civîna koma ku kesên ku divê li vir biaxiviyana. "Divê îro Hevserokê Giştî yê HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ye, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê yê biaxiviyana. Piştî ku ew hatin dîlgirtin divê berdevkê partiya me Ayhan Bîlgen biaxiviya.

NE TÎPA F TECDÎDEK BÊ TÎP

Divê ya ku bibe ev e; 3 meh in li hucreya tecrîdê ye tîpa F de paralemneterkî maye li pêşberî qerebalixê ketiba heyecanê. Hêj min ji girtîgehê gava xwe avêtibû derve me agahiya girtina birêz Meral Daniş Beştaş û birêz Ayhan Bîlgen girt.

Ev rewşa heyî wekî ku hîn bin kin tê xwestin her tim bê nîqaşkirin. Lê em bi rewşa siyaseta herî neasayî ya Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Em di pêvajoyekî ku parlamenter û hevserokên giştî yên partiyekî 6 milyan deng girtine hatine girtin dijîn. Yên ku divê di bin banê Meclîsê de ne li girtîgehê ne. Ew hevalên me yên ku divê karên xwe yên qanûnçêkirinê bi cih bînin. Lê heke îro li girtîgehê di bin tecrîdê de bin, min 3 mehan heman rewş jiyan kiriye divê ev yek bi awayekî aqilane bê nîqaşkirin.

ŞEVA 4'Ê MIJDARÊ

Baluken, da zanîn ku ew dê sekna xwe ji niha û şûnde jî wekî berê bidomînin û wiha got: "Her kesî şeva 4'ê mijdarê dit. Ez wekî wekîlekî hatiye hilbijartin û wekîlê partiyek ku 6 milyon dengê gel stendiye şev nîvê şevê hatim binçavkirin. Em bi maşîneyên Ranger û bi helikopteran birin refandin. Me nezanîbû berê me bi kuve ye. Hem girtina me hem jî hucreya ku em dê lê bên girtin berê hatibû diyarkirin. Cihê me ji berê de li kêleka DAÎŞ'ê diyar kiribû."

LÎNCA HDP’Ê HEWLDANA TERORÊ YE'

Baluken, destnîşan kir ku ev pêvajo ji aliyê siyasetê ve tê diyarkirin û wiha got: "Me dibînin ku daraz bûye destikê siyasetê. Hiqûq nemaye. Li aliyê din li dijî HDP’ê lîncek mezin heey. Lînca li hemberî HDP'ê hewldana terorê ye. Dixwazin terora li hemberî HDP'ê rewa bikin. Îdîanameya ku der barê me de hatiye amadekirin hemû ji axaftinên me yên li meclîsê pêk tê. Ji bilî vê axaftina ku me li qadan û meclisê kiriye tiştekî din tune ye. Me li kolanê çi gotibe me li meclîsêjî heman tişt gotiye. Me li meclîsê çi gotibe me li kolanê jî gotiye."

DIVÊ DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN PEYVIRA XWE PÊK BÎNE

Baluken, da zanîn ku ew di pêvajoya referandumê dene û di vê pêvajoyê he Hevserokên partiya wan, wekîlê wan û hevşaredarê wan tev girtî ne û wiha got: Em di pêvajoya ku aqil hatine sekinandin re derbas dibin. Divê daraz û Qanûna Bingehîn erk û peyvira xwe pêk bîne. Derdê me ewe ku hiqûq û Qanûna Bingehîn peyvira xwe pêk bîne. Ger ku Dadgeha Qanûna Bingehîn erka xwe pêk nîne dê li holê hiqûq û qanûn nemîne. Di van şert û mercan de referandum rewatiya wê mijara niqaşê ye. Hevserok jî di navde 10 parlamenterên partiya 3'emîn a Meclîsê girtîn e. Bi hezaran xebatkar endam û rêveberên wê girtî ne. Bi vî rengî hilbijartina demokratîk û adîl ne pêkan e. "

DIVE ŞERTÊN ADÎL BÊN AVAKIRIN

Baluken, destnîşan kir ku divê di hilbijartinê de şertê adîl ên ‘Erê' û 'Na' bê avakirin û wiha got: "Çawa ku birêz Yildirim, Kiliçdaroglu, Bahçelî û Erdogan,di pêvajoya referandumê de li ser xebatên siyasî be, divê Birêz Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî li ser xebatên xwe yên iyasî be. Divê rojnamegerên muxalif ên wekî Înan Kizilkaya, Murat Sabuncu, Ahmet Şik bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman û li ser karê xwe bin. Divê ji bo dengên ‘Erê' û 'Na' rewşek wekhev bê avakirin.

GOTINA 'NA' YA BI DENGÊ HÊZ MAFÊ ME YE'

Baluken, herî dawî da zanîn ku mafê wan ê gotinê hatiye îhlalkirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez wekî endamê partiyek ku avêtine dervê siyaset, ez dê bi dengekî hêz mafê xwe yê ‘Na' bikar bînim. Di vê referandumê de her dengekî 'Na' dê êşa me, qedexeya kolanan, xerakirina bajaran, û tundiya li ser me bîne ziman. Dê vîna ku di girtîgehan de hatiye hepiskirin bîne ziman. Di rewşek wisa de ger ku hilbijêrên HDP'ê dengê xwe bikar nîne dê kî bikar bîne.
Kesên ku duh ji HDP'ê de digotin "Terorîst" îro dixwazin kesên ku dibêjin 'Na' wekî ‘terorist’ îlan bikin. Dixwazin dîsa Tirkiye texin nava kaos û aloziyek mezin. Gelû gelê Tirkiye dizane ku dile Ahmet Turk çawa ji bo aştiyê davêje. Tu hedê kesî tune ku nêta wî ya aştiyê lêpirsîn bike. Em bawer nakin ku ji bo aştiyê hêj dereng be. Di her dema şer de aştî nêzîk û pêkan e. Ger ku ne wisa be şer tu carî xelas nabe."