AMED - Parlementerê HDP'î Nimettullah Erdogmuş, anî ziman ku hikûmet bi pêşniyara referandûmê di navbera gel û baweriyan de mîrateya dîrokî qedandiye û got, "Na" ezmûna demokrasiyê ye.
Endamê Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nimettulah Erdogmuş, pêvajoya referandûmê di warê gel û baweriyan de nirxand û dest nîşan kir ku, pêvajoya referandûmê li her derdorên civakê berpirsiyariyeke giran bar kiriye û got, ji aliyê gel û baweriyan ve riya derketinê ye. Erdogmuş, anî ziman ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê nirxên demokrasî û azadiyê hatine qedandin û wiha got: "Li erdîngariya ku di warê ol û mezheban de ya herî dewlemend e kîjan nirx di destê me de maye. Îktîdaran, mîrateya dîrokî qedand."
‘BERBERÎBÛNA GEL Û BAWERIYAN TÊ KIRIN'
Erdogmuş, anî ziman ku hilbijartina referandûmê ji aliyê gelan ve, ji aliyê guherandina qanûna bingehîn ve di xaçerêya firsendê re derbas dibe, lê belê ev firsend ji aliyê Serokomar Erdogan ve hatiye qedandin û wiha hikûmetê rexne kir: "Bêyî gel nîqaşa wê bikin, bi lez û bez di Meclîsê re derbas kirin û ji nişkave ber bi referandûmê ve çû. A rast ruh û hunereke xwemal a qanûnên bingehîn heye. Di amadekirina Qanûna Bingehîn de hesasiyeta hunerê şert e. Lê belê, îro em rastî qalibê pêşniyara Qanûna Bingehîn tên. Pêşniyareke ku tu kesî nîqaşa wê nekir û ji dêvla gel û bawerî nêzî hev bibin, berberîbûna wan tê kirin."
‘WÊNEYÊ NETEWPEREST Ê AKP Û MHP'Ê LI HOLÊ YE'
Erdogmuş, got li holê wêneyê netewperest ê AKP û MHP'ê heye û wiha axivî: "Bloka 'erê' li hemberî xwe daxwaza du blokên ku ji xetên tûj pêk tê dike. Lê belê, qada dibêje 'Na', wisa difikire ku wek blokekê tevbigere. Dê her kes li cihên xwe, qadên xwe di warê vegotina vîna xwe de ezmûneke demokratîk bide. Di vê ezmûnê de em di wê baweriyê de ne ku dê di warê şiûra muşterek de destkeftiyên mezin xwe bidin der."
‘EM Ê VÎNA 'NA'YÊ NÎŞANÎ ÎKTÎDARA ŞOVENÎST BIDIN'
Erdogmu, diyar kir ku referandûm ji aliyê gel û baweriyan ve wek riyekê tê nirxandin û wiha axivî: "Ev rê riyeke dirêj e. Di referandûmê de, em vîna 'Na'yê nîşanî îktîdara şovenîst bidin. Di mijara 'Na'yê de li gel çewisandin û pêkûtiyên li ser gelan jî em ê bi têkoşîneke demokratîk ji derheqê vê pêvajoyê derkevin."