Tunç: Em dikarin bi 'Na' komployê pûç bikin

WAN/AYDIN - HDPê û DBP'ê di çarçoveya kampanya "Na" de li Aydinê û Wanê civinên referandumê pêk anîn. Endamê MYK'ê yê DBP'ê Mehmet Şirin Tunç, di civîna Wanê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "15'ê Sibatê nêzîk dibe. Em ger ku biçin ser sindoqê û bêjin "Na" em dê vê komployê bişkînin. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat jî di civîna Aydinê de diyar kir ku gotinên Ocalan ên ji bo çareseriyê berovî dikin û hişê gel tev li hev dikin. Irgat, da zanîn ku Ocalan jiyana kollektif esas digire.

Rêxistina HDP'ê ya herêma Egeyê kampanya "Na" a ji bo referanduma Qanûna Binghîn li Aydinê bi civîna gel start da. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgin Irgat. Cîgirê Hevserên Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç û Endamê Meclîsa HDP'ê Erkan Karabay jî di navde gelek welatî amade bûn. Civîn li salona Dahwetê ya Ovaeymirê pêk hat. Di civînê de Irgat, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser pergala serokdewletiyê nirxandinên girîng kirine û pergal van gotinên Ocalan berovajî dike. Irgat anî ziman ku Ocalan di nirxandinê xwe de dibêje "Ez kollektifizmê û Erdogan jî yekperestiyê esas digire." Irgat, da zanîn ku ew qet ji vê qanûnê re nabêjin "Erê"

Di civînê de Saruhan Oluç jî ani ziman ku gotina "Na" mafê wan ê herî xwezayî ye û ji bo li dijî zilma li Kurdistanê tê meşandin derkevin dê bêjin "Na".

LI WANÊ JÎ CIVÎNA GEL PÊK HAT

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi silogana " "Na" hevî û pêşerojê dide qezenckirin" civina gel pêk anî. Civîn li avahiya HDP'ê ya Qelqeliyê pêk hat. Di civînê de parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Lezgin Botan û endamê MYK'ê yê DBP'ê Mehmet Şirin Tunç, Endamê Meclîsa HDP'ê Ozgur Zeydanoglu û rêveberên DBP, HDP û TJA'yê amade bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî diyar kir ku ew dê ruhê 7'ê Hezîranê bibin sindoqê.

Endamê MYK'ê yê DBP'ê Mehmet Şirin Tunç jî bal kişand ser 15'ê Sibatê û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiye. Hêj komplo didome. Ji bo em vê komployê bişkînin divê em biçin ser sindoqan û bêjin "Na". Teqez gelê me dê bi ser bikeve."