ENQERE - Tê diyarkirin ku, îktîdar di anketan de dibîne ku kes piştgiriyê nade "Erê" û dê hêviya xwe bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve girê bide. Tê îddîakirin ku AYM dê pêşniyarê betal bike û îktîdara ku vê yekê firsend dibîne dê li ser vegotineke "mexdûriyetî" berê xwe bide hilbijartina pêşwext.
Piştî guherandina Qanûna Bingehîn di 20'ê Çileyê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin, piştî 12 rojan berpêşî Serokomar Tayyip Erdogan hat kirin. Ji bo pêşniyara ku hîn jî nehatiye tesdîqkirin sernava herî zêde tê nîqaşkirin jî tê gotin ku dem e. Çimkî, hevdîtinên li Komîsyona Qanûna Bingehîn 100 saet, li Lijneya Giştî ya Meclîsê jî tûrên dengdayînê yên yekemîn û duyemîn jî 134 saet û bi giştî 234 saetan mesaiya wê hat kirin. Di hevdîtinên li komîsyon û lijneya giştî de nîqaşa herî zêde dihat kirin ew bû ku, AK Partî dixwaze demildest pêşniyarê derbas bike. Ji ber vê jî, di dema hevdîtinan de dema axaftina muxalefetê hatibû kêmkirin û li gel vê di warê mafê axaftinê yê dema dengdayînê de ji bo AK Partiyiyan tevgerîneke îmtînayî hebû. Lê piştî pêşniyar li Meclîsê hat qebûlkirin piştî 12 rojan ji Erdogan re hat şandin û hîn jî nehatiye tesdîqkirin. Ev sekinandin û netesdîqkirin bi xwe re nîqaşên senaryoyên cuda anîn.
MA MESELE NE MESELEYA TEQWÎMÊ YE?
Serokomar Erdogan jî, li gel ji bo raçavkirinê 15 roj dema wî heye, daxuyand ku bêyî li benda temamkirina vê demê be ew ê tesdîq bike, lê belê hîn jî pêşniyar li benda tesdîqkirinê ye. Her wiha têkildarî pêşniyara ku hîn nehatiye tesdîqkirin, lê dîroka referandûma wê wek 16 Nîsanê hat daxuyandin, niha li kulîsên Enqereyê senaryoyên din tên axaftin.
HEKE BA LI HÊLA NAYÊ HÊL BIBE...
Li gor vê dibe ku vebijarka referandûmê ji holê bê rakirin. Sedema vê jî, ew e ku li gor anketên hatine ber destê Erdogan û AK Partiyê, dê ji sindoqan 'Na'yeke hêzdar derkeve. Hatibû daxuyandin ku heke Erdogan pêşniyarê tesdîq bike, dê li 40 navendî mîtîngan li dar bixe. Heke di vê demê de ba li hêla "Na"yê hêl bibe, dê alternatîfa duyemîn têxe dewrê.
PLANA B'YÊ TEQWÎMA HILBIJARTINA PÊŞWEXT E
Li gor vê; heke şik û gumanên di referandûmê de şênber bibin, dê li gel teqwîma referandûmê bi awayekî hemwext teqwîma hilbijartina pêşwext a hatiye plankirin têkeve dewrê. Ji bo ev senaryo hemû têkevin meriyetê, li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dê tenê serlêdaneke şexsî têr bike. Heke serlêdan bê kirin û AYM serlêdanê qebûl bike û vê sererastkirinê wek "îhlal"ê esas bigire, dê pêvajoya refarndûmê bê hilawistin. Piştî vê jî dê teqwîma hilbijartina pêşwext a hatiye plankirin têkeve dewrê. Ev jî tê wateya ku, AK Partî berê rê li pêşiya encama referandûmê ya "Na"yê girtiye. Heke hilbijartineke pêşwext çêbibe û MHP an jî HDP di bin bendavê de bimînin, dê AK Partî sererastkirina ku dixwaze bêyî referandûmê têxe meriyetê.