AMED -Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd de rol û rista jinan nirxand, got dê di pêkanîna yekîtiyê û kombûna kongreyê de jî jin pêşengiyê bikin. Guven, got ew ê têkildarî Kongreya Netewî ya Kurd û pêkanîna yekîtiya kurd civînê çêbikin.
Li gel domandina nîqaşên têkildarî yekîtiya netewî ya kurd, ji bo pêkanîna yekîtî û kombûna Kongreya Netewî ya Kurd jî bangawazî didomin. Hevseroka Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, girîîngiya pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd û komkbûna kongreyê nirxand û têkildarê xwebatên xwe yî di vî warî de agahî dan.
‘KURD JI BO HEBÛNÊ ZAF TÊKOŞIYAN'
Guven, nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê 4 perçeyên Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: "Birêz Ocalan, pergaleke ku divê her perçe li gor yekpareyiya welat statuya xwe bi dest bixe dixwaze. Mînak, em kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn bi salan behsa xwe dikin. Têkildarî vê serîhildan çêbûn. Her serîhildan bi xwînê hat tepisandin. Bi van serîhildanan re jî gotin êdî kurd qediyan. Ji bo kurd hebûna xwe pesend bikin rastî gelek komkujiyan hatin. Lê tu carî jî dev ji têkoşîna xwe bernedan." Guven a got, "Her çi qas kurdan dabeşî çar perçeyan kiribin jî, bênasnametî li wan hatibe ferzkirin jî lê li dijî berxwedaneke muazzam hat pêşandan" anî ziman ku, gelekî ku hatiye tpisandin qethiyen vê qebûl nekiriye û bi awayên cuda li ber xwe daye.
‘LI DIJÎ TEKPARÊZIYÊ YEKÎTIYA KURD GIRÎNG E'
Guven, diyar kir ku herêm pirnasnameyî û çandî ye û dest nîşan kir ku, ji ber vê li vê erdnîgariyê tekparêzî nemumkun e. Guven, dest nîşan kir ku li dijî tekparêziyê yekîtiya netewî ya kurd zaf girîng e û wiha got: "Gelek derdor ji rojava tên û dixwazin şiklekî bidin gelên Rojhilata Navîn. Ev jî ji ber ku li Rojhilata Navîn tifaqek tune ye. Ji ber yekîtiya xwe çênake, muhtacî çareseriya hin kesên din dibe. Halbûkî her welat dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Sedema neçareserkirina van tenê ne îktîdar in. Di heman demê de neyekîtîbûna kurdan faktoreke vê ya herî girîng e."
‘ÇARESERÎ BI YEKÎTIYÊ PÊKAN E'
Guven a balê kişand ser Yekîtiya Netewî ya Kurd wiha axivî: "Mebesta me ya ji Kongreya Netewî ew e ku kongreyek bê lidarxitin û bi awayekî fermî bibe xwedî statuyek. Divê hevserokên kongreyê hebin, biryarên li wir bi raya cîhanê re bên parvekirin. Divê rojeva sereke ya kurdan kongreya netewî be. Çimkî ji bilî wê tu çareserî nepêkan e. Çavkaniya hemû çareseriyên bi pêkanîna yekîtiya netewî ve girêdayî ye."
‘DÊ JINÊN KURD BIBIN PÊŞENGÊ WÊ'
Guven, diyar kir ku ew wek KCD'ê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî têdikoşin û anî ziman ku, herî zêde jin hewcetiyê bi yekîtiya netewî dibînin. Guven, ragihand ku jinên kurd bi têkoşîna xwe hatine wê astê ku pêşengiya jinên cîhanê bikin. Guven, bi bîr xist ku mînaka v Rojava ye û ragihand ku, ji ber vê dê di pêkanîna yekîtiya netewî de jinên kur dpêşengiyê bikin."
JI BO KONGREYA NETEWÎ CIVÎN TÊ ÇÊKIRIN
Guven, got ji bo yekîtiya netewî wan li her çar perçeyên Kurdistanê pêwendî bi jinan re daniye û wiha axivî: "Wek jinên li Tirkiyeyê em ê ji bo yekîtiya netewî civînê çêbikin. Dê ev civîn ji bo nexşeya rê ya yekîtiya netewî pêşamadehiyek be. Dê di civînê de heyet hebin. Dê ev heyet li 4 perçeyên Kurdistanê hevdîtinan çêbike. Di encama vana de jî ji bo yekîtiya netewî pê bê, dê xebatan bike. Mebesta bingehîn a civînê ev e. Li perçeyên din em dizanin xebatên jinan ên bi vî rengî hene."
‘HEWLDANÊN ME YÊN HEVPAR HENE'
Guven, diyar kir ku li herêmê her roj mirin çêdibin û dest nîşan kir ku, ji bo pêşî li vana bê girtin divê yekîtiya netewî pêk bê. Guven wiha got: "Dema yekîtiya netewî pêk bê, em dikarin vegotin û têkoşîna hevpar a gelê xwe derxînin holê. Li 4 perçeyên Kurdistanê wek jinên Kurdistanî hin xebatên me hene. Li gel vê hin hewldanên me jî hene. Em ê pêşî li vir bidin destpêkirin. Bawerim dên li cihê din jî bê despêkirin."
OCALAN: YEKÎTIYA NETEWÎ JI BO GELAN PÊWÎST E
Guven, diyar kir ku ew ji bo yekîtiya netewî bi salan xebatan dimeşînin û wiha domand: "Birêz Ocalan di nîşeyên xwe yên hevdîtinê de dibêje, 'Yekîtiya netewî ji bo gelan pêwîst e. Divê demildest pêk bê.' Heta di vî warî bangî Barzanî jî kiribû. Gotibû, 'Ez girtî me, lê hûn li derve ne. Ji bo yekîtiya netewî bitêkoşin, bixebitin û demildest pêk bînin.' Di vî warî de hin xebat hatibûn kirin. Lê tu carî biencam nebûn. Heke pêk neyê, em jê berpirsiyar in. Ji ber vê em ê wek jinên kurd tevbigerin."
‘KOMPLO LI DIJÎ NEKOMBÛNA YEKÎTIYA NETEWÎ JÎ ASTENG E'
Guven, balê kişand ser ked û hewldanên Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî ya kurd û wiha got: "A rast heke heta niha yekîtiya netewî pêk nehatibe, sedemek vê jî girtîbûna Birêz Ocalan e. Heke Birêz Ocalan negirtîbûna, bawer dikim dê ji bo yekîtiya netewî û kombûna kongreyê gavên şênber biavêttana. Lê belê, piştî komployê tenê di hudnur de ancax ji bo vê têdikoşe. Yanî em siyasetmedar, ên li derve, bi rastî jî me peywira ket ser milê me bi cih neanî."