Serokê DSP'ê Aksakal: Koma navenda siyasetê em ji îxdîtarê xistin

ENQERE - Serokê Giştî yê DSP'ê Onder Aksakal, diyar kir ku ji bo AK Partî nekeve rewşa wan dikarin wan ji bo xwe mînak nîşan bidin û wiha got: "Ji ber ku komek navendî ya siyasetê bi rê ve dibe heye. Ew biryar didin ku kî bibe îktîdar. Ji bo em bibin îktîdar nebûn asteng, lê em ji îktîdarê daxistin."

Dîroka siyaseta Komara Tirkiye û rewşa partiyên siyasî yên hatin îktîdarê û ji îktîdarê ketin, ji bo pêşeroja siyaseta Tirkiye gelek dersên girîng dide û pêşeroja siyaseta Tirkiye ronî dike. Piştî darbeya leşkerî ya serdema Kenan Evren, Kanan Ewren ji îktîdarê ket û li şûna wî partiya ANAP'ê ku Serokê wê Turgut Ozal bû û bi polîtîkayên neo-liberal derket pêş hat îktîdarê. Piştî Turgut Ozal partiya Suleyman Demirel a Dogru Yolê hat îktîdarê. Piştî wê Partiya Erbakan a Partiya Saadetê hat îktîdarê. Piştî wê jî partiya Çep a Demokratik (DSP) a Bulent Ecevît hat îkdîdarê.

Piştî koalîsyon hatin avakirin li pey wan AK Partî hat îkdîdarê û AK Parti 15 salin li îktîdarê ye. Rewşa partiyên hatin îktîdarê û ji îktîdarê ketin û rewşa AK Partiyê Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratik (DSP) Onder Aksakal nirxandinên girîng kir. Serokê Giştî yê DSP’ê Aksakal ku hêj wêneyên Ecevît li odeya wî daliqandîne rewşa DSP'ê û AKP'ê anî hemberî hev.

SIYASET JI NAVENDEKÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Aksakal sedema ku ketine rewşa îro anî ziman û wiha got: "Yên siyasetê bi rêve dibin û saz dikin ji yek navendê tên arastekirin. Ji ber vê yekê partî nabin yên gel. Ev navenda siyasetê yên siyaseta cîhanê araste dikin û birêve dibin in. Pergala siyaseta cîhanê bi rêve dibin. Mirov nikare ji ve yekê re bêje DYA û Îsraîl. Cîhan ji aliyê hêza pereyan ve bi rêve diçe. Kî bê îktîdarê û kî bikeve ew biryar didin. Li DYA jî kê bê îktîdarê ev navenda sermayê biryar didin. Me wekî milletê tirk ev tişt dît."

Aksakal, bal kişand ser mezinbûn û îktîdara DSP'ê û wiha berdewam kir: "DSP naşibe tu partiyan. Van hêzên em behsa wan dikin DSP neanî îktîdarê. Lê destûr neda ku DSP demek dirêj li îktîdarê bimîne. Li Tirkiye di serdema îktîdara 3.5'an de îktidara ku Tirkiye ji nava heriyê derxistibû û hikûmeta koalîsyonê hebû. Li Tirkiye kengî welat têkeve nava heriyê îktidarên çep ew hikûmet û welat ji nava heriyê dûrxistiye. Ecevît ji bo pergala hatiye xetimandin derxe hat û ji ber vê yekê hat astengkirin.

EZ BAWER DIKIN KU ECEVÎT HATIYE KUŞTIN

Aksakal, anî ziman ku ew bawer dike ku wekî Turgut Ozal Ecevît jî hatibe kuştin û wiha got: "Fikra ku Ecevît bi awayekî xwezayî jiyana xwe ji dest nedame tê hişê min. Her çend belge û daneyên fermî di destê me de tune bin jî agahiyên bi vî rengî tên hiş û aqilan. Ez bawer dikim ku hatibe kuştiun. Ji ber ku Ecevît di serdema ku îktidar hatibû astek baş destûr neda ku DYA ji bo dagirkeriya Iraqê axa Tirkiye bikar bîne, pêvajoya rizîna hikûmetê hat destpêkirin. Rojekê şirîkê koalîsyonê Birêz Bahçelî got "Em di 3'ê mijdarê de biçin hilbijartinê û riya hilbijartinek nû vekir. Di wê demê de ev geşedan pêş ketin û Ecevît para xwe jê girt."

HELWESTA BAHÇELÎ XIZMETA TIRKIYE NAKE

Aksakal, anî ziman ku çawa helwesta Bahçelî ya 2002'an xizmeta Tirkiye nekir, helwesta wî ya niha jî xizmeta Tirkiye nake. Aksalal bahsa gotina Evevît a "Çima Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiye kir min jî fam nekir" kir û wiha got: "Ocalan bi zextên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Ev hêzên ku siyasetê dîzaynd dike neçar man ku Ocalan radestî Tirkiye bikin. Evetît ji bo rewşa xwe ya "Neyê bikar anîn û mutevazibûna xwe" ev tişt got. Aksakal, da zanîn ku pêdivî bi guhertina Qanûna bingehîn tune û wiha got: "Em dê vê yekê ji civakê re bêjin. Lê divê yên dibêjin 'Erê' û 'Na' nebin eniyên cuda. Ji ber vê yekê ez xwe di milê "Na" de nabînim. Di milê ku hilbijartin di nava şert û mercên wekhev û adîl de pêk bê fikarên min hene. Em dixwazin ku dewlet van fikaran ji holê rake."