STENBOL - Nivîskarê kurd Şefîk Beyaz diyar kir ku bangawaziya KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî di nava civakê de erênî tê dîtin û wiha axivî: "PDK a kud di nava tevgerên kurdistanî de cih digire divê feresata yek parçe û berjewendiyên aboriyê dayne aliyekî û bersivekî erênî bide vê yekê."
Nivîskarê kurd Şefîk Beyaz ê ku di nava damezirînerên Enstituya Kurdî ya Stenbolê ku bi KHK'ê ve hate girtin de cih digirt jî beşdarî nîqaşên têkîldarî yekîtiya neteweyî ya kurd bû. Beyaz anî ziman ku rewşa kurdan a ku di niha dijîn wekî salên 1914-1918'an e, wê demê jî di nava kurdan de û tevgerên kurdan de Rêxistibûnek hebû lê wekî niha xurt nebû. Beyaz destnîşan kir ku wê demê di nava tegerên kurdan de parçebûnek hebu û der barê sedema qezencnekirina kurdan a wê demê de wiha axivî: "Wê demê di nava kurdan de yekîtiyekî xurt tunebû. Bi awayekî zelal û şenber daxwazên wan tunebû. Xwedî hêzekî xurt a siyasî û leşkerî nebûn. Di warê dîplomasiyê de jî yekîtiyekî xurt tunebû. Ji ber vê yekê kurd wê demê bi ser neketin."
'GER YEKÎKIYA CIVAKÎ PÊK BIHATA...'
Beyaz da zanîn ku di dema Şerê Cihanê ya Yekemîn de bi avakirina Yekîtiya Sovyetan ve di çarçoveya sosyalîzmê de derfet derket holê yê ji vê yek^esûd nehat wergirtin û wiha berdewam kir: "Dema ku mirov li Şerê Cihanê yê Duyemîn dinêre li rojhilatê KUrdistanê kurdan xwestin bibin xwedî statu. Komara Kurd a Mehabadê ava kirin. Wê demê şert baş nirxandin û gihiştin armancekî jî. Li vir ya girîng pêkanîna yekîtiyê bû. Pêdiviya yekîtiya leşkerî dîtin û ev pêk anîn jî. Di warê dîplomasiyê de jî xwe xurt kirin. Ji ber vê yekê bir ser ketin. Lê wê demê ji ber hevkariya Sovyetan û Îranê kurdan nekarîn destkeftiyên xwe demeke dirêj biparêzin." Beyaz anî ziman ku sedema windakirina kurdan a wê demê gelek in lê di esasê xwe de jî avanekirina yekîtiyekî xurt a siyasî û leşkerî bû, ger ku yekîtiya neteweyî pêk bê dê têkçûnê re rû bi rû nemînin.
'ÊDÎ NIKARIN STATUYA KURDAN ASTENG BIKIN'
Beyaz da zanîn ku şertên ku kurd niha di nav de ne wekî salên 194-1918'an e û niha Şerê Cihanê yê Sêyemîn ku hê nav lê nehatiye kirin tê jiyîn. Beyaz bilêv kir ku Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji dîrokê heta niha dema ku mijar dibe kurd her tim dibin yek û mînakên vê jî di şerên yekemîn û duyemîn ê cihanê de mirov dikare bibîne. Beyaz wiha pêde çû: "Tu demê ev dewlet ji hev evqas dur neketine û lê ligel vê yekê jî ji bo yekîtiya kurdan asteng bikin di nava hewldanê de ne. Êdî nikarin bi ser kevin ev ne pêkan e. Dema ku mirov li 4 parçeyên Kurdistanê dinêrê ji bo tevgerên kurdan du hêzên girîng hene. Yek sosyalîzm ji nû ve hatiye sazkirin û PKK a ku ev daniye pêşiya xwe di nava civakê de hêza herî xurt e. ya din jî li başûrê Kurdistanê PDK ye."
'BIVÊ BI ERÊNÎ BERSIVÊ BIDA BANGAWAZIYA KCK'Ê'
Beyaz ê nirxandina "Tevgerên kurdistanê divê di demên wisa dîrokî de ji bo destkeftiyên kurdan yekîtiyê pêk bînin" kir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgerên kurdistanê divê bizanibin mu di warê leşkerî û siyasî de xwerî hêzekî xurt in. Tenê yekîtiya siyasî têrê nake. Siyaseta cihanê û demokrasiyê ji bo mirovayî pak nîne ji ber vê yekê jî dîplomasiyekî xurt divê." Beyaz destnîşan kir ku ji ber vê yekê bangawaziya ku KCK'ê ji bo yekîtiya neteweyî kiriye girîng e ev di nava civakê de baş û erênî tê dîtin û wiha axivî: "PDK a ku di nava tevgerên kurdistanî de cih digire divê feraseta yek parçe û berjewendiyên aboriyê dayne aliyekî û bersivekê erênî bide vî bangawaziyê. PDK divê vê derbas bike û ji bo yekîtiyê erênî nêzîk bibe dê gelek pirsgirêk ji holê bê rakirin." Beyaz got ku divê KCK jî tenê bi bangawaziyê nemîne û têkîliyên xwe bi PDK'ê re xurtir bike û nirxandina "Çima tenê bangawazî nebes e, ji ber ku KCK li Kurdistanê hêzekî sereke ye. Ez dizanim ji dil dixwaze vî karî bike lê ev têrê nake. KCK mecbûr e vî têkîliyê pêk bîne."
'DIVÊ HEMÛ KES JI BO YEKÎTIYÊ BIXEBITE'
Beyaz got ku ew qala yekîtiya îdeolojîk nake dikarin "siyasetekî siwan" a havpar pêk bînin û ev e vî demê ji bo kurdan serkeftinê bîrne û herî dawî jî ji bo tevgerên kurd û kurdan ev bangawazî kir: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez kurd im, xwedî nirxên kurdan derdikeve ji bo kurd mafên xwe bikaribin bigirinn bi yekîtiyê tevbigerin, ji têkîliyên ku zirarê dide kurdan xwe dur bixin. Di nava dîrokê de ji bo ji aliyê neviyên xwe ve nebax neyê bibîranîn divê bihejin pirsa 'ev çi ye' ji xwe bikin. Wekî kurdên bi rûmet tevbigerin. Hemû kes xwedî li statuya li Başûr derketiye holê derkevin, Li Rojava ger ku ji xwe re dibêjin 'kurd' divê xwedî derkevin. Yên ku xwedî dernakevin bila xwe re nebêjin 'ez kurd im'. Ji bo divê hemû kes bi dil û can têbikoşin."
Sadiye Eser - dîhaber