ENQERE - HDP’ê piştî hevserokên giştî û parlamenterên wê hatin girtin, xebatên xwe yên li meclîsê dabûn rawestandin, HDP’ê carekdin biryar da ku xebatên xwe yên li meclîsê berdewam bike. Biryar dê îro di civîna komê de bê aşkerakirin.
Partiya Gelen a Demokratîk (HDP) piştî di 4’ê Mijdarê de hevserokên giştî û parlamenterên wê hatin girtin biryara rawestandina xebatên xwe yên li meclîsê dabû. Ev biryara ku ji aliyê Lijneya Navendî ya Avakar ve ku piştî binçavkirina li Amedê kom bûbûn ve hat dayîn, ji dawiya hefteyê heta niha bi hevgiriyan û derdorên cûda re ev biryar hat nîqaşkirin.
Di vê çarçoveyê de lig elek cihan civîn hatin lidarxistin û di van civînan de nêrîna divê HDP li Meclîsê bimîne derket pêş. Di civînên ku dawiya hefteyê li Amed û Stenbolê bi hevparên wê re hatin kirin de nêrînek wiha derket pêş. Ji duh were encamên van civînan cara dawî di civîna komê ya girtî de hatin nîqaşkirin.
Li gorî agahiyên ji kulîsên partiyê hatin girtin, ji bo HDP bi taybet rolê xwe yê muxalefet ê li Meclîsê pêk bîne û kursiyên Meclîsê bi awayekî bi bandor bikarbîne biryara xebat rawestandinê paşde kişandiye û biryara berdewam kirin zagonçêkirinan da.
Hat zanîn ku ev biryara ku ji aliyê partiyê ve hatiye dayîn, yek ji sedemên girîng ewe ku ji bo HDP li dijî zextên li ser wê kursiyên Meclîsê bi aktîf bikaranîne.
Di civînan de hatibû nîqaşkirin ku ev zext û girtinên li dijî HDP’ê ji bo wê bê bandor bihêlin û HDP’ê ji Meclîsê derxînin tên kirin. Ji ber vê yekê biryara rawestandina xebatan a ji bo demekê paşde kişand û biryara berdewamkirina xebatan da.
Alınan bu kararın milletvekillerine de bildirildiği öğrenildi. Ancak kamuoyu ile paylaşılması bugüne bırakıldı. Saat 12.30’da başlayacak HDP Grup Toplantısı’nda konuşacak olan Parti Sözcüsü Ayhan Bilgen’in vardıkları kararı açıklaması bekleniyor.