MÊRDÎN- Endamê Koma Dîalog Husnu Orûçoglu der barê referandûma ku di 16 Nîsanê de pêk bê de axivî û got "Ya emê demokrasiyê hilbijêrin an jî em ê le ber bi sistemek antî-demokratîk ve herin, tu argumanek ji bo "Erê" yê AK Parti'yê tune ye. Ger ku 'Erê bi ser bikeve, hemû wekîl dê bibin memûrê qesrê."
Endamê Koma Dîalogê Husnu Orûçoglû, atmosfera siyasî ya Tirkiyê, rewşa parlamenterên girtî û di demek wiha de çûyina referandûmê ya ji bo guhertina Destûra Bingehîn, nirxand. Orûçoglu destnîşan kir ku ew li ser dîroka siyasî ya nêz serwer e û nebû ye şahidê pêvajoyek wisa anormal. Husnu Orûçoglu diyarkir ku ew darbe û piştî darbayên 1960, 12 Adarê û 12 Îlonê zane û bi birxist ku tu demê pêkanîn evqas antî-demokratîk nehatine jiyandin û wiha got: "Ew darbeya 12 Îlonê ku di zanin jî hêjmara kesên ku ji ber qanûna 1402'an (qanûna destûrê dide ku akademîsyen û memûrên dewletê ji kar tê derxistin) ji kar hatine derxistin 200-300 derbas nekiriye".
"BI RAKIRINA MAFÊ DESNEDANÊ RE VÎNA GEL HAT ASTENGKIRIN"
Orûçoglû bi birxist, kesên ku çûne Meclîsê ne li ser navê xwe siyasetê dikin, li şûna gelê hatine hilbijartin siyasetê dikin û got "Gel dibêje tu yê li ser navê min mafê min biparêze. Di esasê xwe de tu hurmeta wan ji vîna gel re nîne. Li Tirkiyê rakirina mafê desnedanê re vîna gel hat astengkirin. Tu îzaheta vê tûneye, nayê telafîkirin. Parlamenterek, rakirina mafê desnedanê ya biqanûnek nîvê şevê hatiye derxistin, nikare bê dadgeh kirin, mehkûm kirin. Ji xwe dadgeh kirina van parlamenteran jî mumkun e. Kengê, dema ku parlamenteriya wan dawî bû. Ev tê wê wateyê ku ne ew parlamenter, kesên ku dengê xwe dane tên mehkûm kirin. Ji ber vê yekê dadgeh kirin û girtina parlamenterek birînek telefiya ne mûmkune ji bo dîroka siyasî ya herî bi êş, antî-demokratîk û dem dirêj vekiriye. Gerek ev di demek zû de bê rakirin"
‘HÊZA MUXALEFETÊ BELAV KIR'
Oruçoglu, anî ziman ku di serî de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî di navde parlamenter û hevşaredar çawa ku bi hilbijartinê hatine bijartin divê bi hilbijartinê jî biçin û wiha got: "AKP her dem digot “Yên bi hilbijartinê hatin dê bi hilbijartinê biçin". Lê niha dijberî gotina xwe pêk tîne. Di rastiyê de darbeya sivîl pêk anîn. Hêzek mezin a muxalif tune kirin. Partiya ku bûye dengê hêzek mezin û fikrên cuda diparêze îro birîndar e. Hemû hevserokên bajar, navçe û hevşaredarên wan girtî ne. Ev nayê izahkirin. Du cihê vê yekê di pergala parlamenter û demokrasiyê de tune ye. Mînakek bi vî rengî tune. Tirkiye di qada navneteweyî de di rewşek zor de ye. Hûn bi vî rengî nikarin behsa demokrasî û vîna gel bikin."
‘SIYASET NE ZIMANÊ KOLANÊ YE'
Oruçoglu, bal kişand ser binçavkiri, girtin û tayînkirina qeyûman û wiha axivî: "Dema mirov li girtina parlamenter û rêveberên HDP'ê, tayînkirina qeyûman a şaredariyan û piştî wê jî hatina referandumê dinere mirov dibêne ku hemû perçeyê lîstek şano ye. Armanca girtin û qeyûman rê li pêşigirtina "Na" ye. Hêza HDP’ê ya li meclîsê gelek zêde ye. Fikra wê, sekna wê û tarza wêya siyasetê êdî hatibû rûniştin. Beşî şolî û tev li hev bike fikrên xwe raste rast ji civakê re digot. Selahattin Demirtaş, ji nêzîk ve nebû hevalê min ê mesayê Hevalekî me yê ciwan e. Gotinê wî û sekna wî ji aliyê hilbijêrên ne kurd ve jî pir hatibû ecibandin û qebûlkirin. Li gel êşên herî mezin bi ken siyaset kiribû. Bi zimanekî pir rast û baş siyaset dikir. Li gorî pêdiviya Tirkiye ziman bikar dianî. Kesên siyesatmedar divê li zimanê xwe baldar bin. Zimanê siyasetê ne zimanê kolanan e."
‘NA JÎ BI QASÎ 'ERÊ' REWA YE
Oruçoglu, gotinên Serokomar û Serokwezîr ên “Kî dibêjin ew terorist in. Bi gotina rêxistinê diki" bibîr xist û wiha berdewam kir: "Ev siyasetek qirêj e. Bi qasî “erê" rewa ye "Na" jî rewa û hiqûqî ye. Ev nêzîkatî berî her tiştî bê hurmetiya li hemberî hilbijêr û civakê ye. Qîmetnedayîna civakê ye. Di referandumê de sedemên ‘Na' û sedemên 'Erê' hene. Bi vî rengî hundirê "Na" pûç dikin û dixwazin her tiştî şolî û aloz biki. Ev qet li Serokomar û Serokwezîrekî nayê"
'SIYASETA AK PARTIYÊ CIVAKÊ PERÇE DIKE'
Oruçoglu, destnîşan kir ku AK Partî ji bo bêje "Erê" tu sedem û hincet tune û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Tu zanîn û argumanên ji bo bêjin "Erê" tune ye. Bi awayekî fermandar û erb vî karî dikin. Ferman hatiye dayîn ew jî vê fermanê pêk tînin. Gotina "Bi hêza terorê dengan didin bikar anîn' û bi gotinên heqaretê nikarin tişteki bi dest bixin. Ev tiştê ku ew dikin ne siyaset e. Ev bêtir civakê perçe dike û eniyên civakê tîne rûqalî hev.
18 XAL HEMÛ ERKA SEROKOMAR ZÊDE DIKIN Û WÎ DIBIN DÎKTATORIYÊ
Oruçoglu, destnişan kir ku Qanunên Bingehin peyman û belgeyên mutabakata di navbera dewlet û gel de ye û wiha lê zêde kir: "Lê niha dema vê guhertinê pêk tînin bêyî nerîn û fikra gel bistînin li gorî xwe diguherînin. Divê berî her tiştî van xalan daxin nava gel û gel li ser vê yekê niqaş û şirove bike. Divê fikrên xwe rexne û pêşniyarên xwe lê zêde bikin. Di nava vî karî de profekê qanûna Bingehin tune ye. Ev wisa nabe. Qanûna Binehîn şev nîvê şevê di meclîsê re nayê derbas kirin. Di 18 xalên bên guhertin de tenê tiştek heye. Hemû rewşa Serokomar diparêzin. Tu xalên têkildarî gel tune ye. Hemû erka Serokomar zêde dikin. Hemu hêz û erka Serokomar xurt dikin û bêtir wî ber bi Diktatoriyê ve dibin. Referandum ne pirsgirêka partiyekê û du partiyan e. Ev pirsgirêka Tirkiye ye. Di vir de tu berjewendiya AKP'ê tune. lê berjewendiya Serokomar heye. Bi vê guhertinê êdi wekîl dê bibin wekî memûrê qesrê.
Referandumun ji bo pêşeroja welatekî kevirên bingehîn in. Em kesên ku hiş û aqilê wan li serê wan divê ji nebêjin ‘Erê" Erêkirin xerakirina bingehe welat e. An em dê demokrasiyê hilbijêrîn û bêjin "Na" an jî em dê ber bi dijdemokratîkbûnê ve biçin.
Dicle Muftuoglu/Aynur Înedi - dihaber