4 wekîlên MHP’ê ji bo îxracê şandin dîsîplînê

ENQERE - Bi fermana Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, Parlamenterên MHP'ê Yusuf Halaçoglu, Sinan Ogan, Nuri Okutan û Îsmail Ok bi daxwaza îxraca teqez şandin lijneya dîsîplînê.

Parlamenterên MHP'ê yê Qeyseriyê Yusuf Halaçoglu, Parlamenterê MHP'ê yê Îdirê Sinan Ogan, Parlamenterê MHP'ê yê Îspartayê Nuri Okutan û yê Balikesirê Îsmail Ok li ser fermana Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsîplinê hatin kirin. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji ber ku Yusuf Halaçoglu, Îsmail Ok û Nurî Okutan gotibûn dê bêjin "Na" fermana îxracê şandibû ji lijneya dîsîplînê re.