Belavkarê rojnameyê di bin çavan de hat kêrkirin!

STENBOL - Belavkarê rojnameyê Emrah Bal ê hat binçavkirin, îdîa kir ku di dema kontrola tenduristiyê de ji aliyê polîsan ve hatiye kêrkirin û wiha got: "Min hîs kir, kêr di pişta min re çû. Destê min hatibûn vekirin. Dema min destê xwe da newqa xwe, tiliyên min di nav xwînê de man."

Belavkarê Rojnameya Toplumsal Ozgurlukê Emrah Bal (32), ê di 9'ê Sibatê de dema li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li kafeyekê rûniştîbû hat binçavkirin, îdîa kir ku di bin çavan de hatiye kêrkirin. Bal ê ji ber qaçaxê leşkeriyê ye hat binçavkirin, ji ber nîşe û rojnameyên di çentê wî de polîsan ew bir Qereqola Polîsan a Gaziyê. Bal, got polîsan di bin çavan de gefên "Tu yê gaveke din bibînî, hûn terorîst in, hûn bi rêxistinên îllegal re dixebitin" lê xwarine û diyar kir ku, di dema lêpirsînê de tim rastî heqaretan hatiye.

‘MIN HÎS KIR KU KÊR DI PIŞTA MIN RE ÇÛ'

Bal, vegot ku piştî lêpirsînî ji bo venêrîna tenduristiyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Lutfiye Nuri Burat û dema ew li wir li benda bijîşk bûn hatiye kêrkirin. Bal wiha domand: "Tevî du polîsan em ketin kabîna nexweşxaneyê. Hîn bijîşk nehatibû. Polîs xwest kelepçeya plastîk vebike. Destê min ji paş ve kelepçekirî bû. Zêde destê min êşand. Paşê min hîs kir ku kêr di pişta min re çû. Destên min hatibûn vekirin. Dema min destê xwe avêt newqa xwe, tiliyên min di nav xwînê de man. Min pirsî, 'Tu çi dikî?' Wê kêliyê bijîşk hat, mudaxile kir. Got, tiştekî cidî tune ye. Min xwest derbasî raporê bike. Bijîşk got, 'temam', lê min bawerî wî nekir. Min xwest ez raporê bibînim. Gotin ji aliyê qanûnî ve mafekî te yê wisa tune ye û nîşan nedan."

‘LI QEREQOLÊ LÊBORÎN XWESTIN'

Bal, anî ziman ku di dema nîqaşê de 5 polîs ketin hundur û diyar kir ku, bi lêdanê dîsa ew birine qereqolê. Bal, anî ziman ku li qereqolê ew xistine odeyekê û got, qomsêrek hatiye cem wî û wiha jê re gotiye: "Hevalên me bi şaşî kirine. Qezayek çêbûye, li qisûrê nenêre." Bal, diyar kir ku dema wî gotiye ew ê gilî bike polîs aciz bûye û derketiye û 10 deqîqe şûnde serbest hatiye berdan. Bal ê daxwaza girtenameya xwe ya di bin çavan de kirr wiha axivî: "Gotin, 'Na'. Min çi kir û nekir nîşanî min nedan. Ez jî ji ber birçîbûn, westan û êşa birîna xwe vegeriyam malê."

Bal, got ew ê bi riya parêzerên xwe giliyê polîsan bike.