Sezaî Temellî: Ji bo bekaya dewletê jiyana gel tê xespkirin

ÎZMÎR - Endamê MP'ê yê HDP'ê Sezai Temelli, krîza aborî ya li Tirkiyeyê û dewrkirina saziyên cemaweriyê ya li Heyînên Fonê nirxand û anî ziman ku, AK Partî ji bo refaha xwe jiyana gelên Tirkiyeyê xesp dike û dest nîşan kir ku, divê di referandûmê de bi "Na"yê ev bê rawestandin.

Li Tirkiyeyê, li gel domandina nîqaşên refrandûmê her diçe krîza aborî jî kûrtir dibe. Herî dawî saziyên cemaweriyê yên wek Bankeya Zîraetê, TPAO, BOTAŞ, PTT, TURKSAT, ETİ Maden, Çaykur, Bankeya Halkê, THY û BİST'ê bi biryara Lijneya Wezaretê dewrî Heyînên Fonê hatin kirin. Endamê Meclîsa Partiyê (MP) a HDP'ê Sezai Temelli ev geşdan nirxandin.

‘ÇAVKANÎ BERDAYÎ TÊN XERCKIRIN'

Temelli, diyar kir ku îktîdara AK Partiyê ji bo di referandûmê de "Erê" derkeve û pêşeroja xwe ya siyasî bidomîne naxwaze krîza aborî bêaxaftin û dest nîşan kir ku, ev demeke dirêj e Tirkiye bi krîzeke aborî re rû bi rû ye û ji bo barê vê krîzê sivik bike û rewşê îdare bike, hemû çavkaniyên di dest de beradayî tên xerckirin.

Temelli, diyar kir ku Tirkiye heta qirê di nav deynan d eye û wiha axivî: "Derfetên têketina pereyên ku çavkaniya wan nediyare afirand. Ev bi pêngavên kesîdeyîkirinê domandin. Lê piştî van geşedanan hemûyan, ev sal û nîveke krîz her diçe kûrtir dibe û ji be rvê ketine nav hewldanên îdarekirinê. Êdî em bi polîtîkayeke aboriyê ya sînoran nasnake û çavsorî bûye re rû bi rû ne. Mînaka vê ya herî dawî sepandina Heyînên Fonê ye. Heta hatin Heyîna Fonê gelek tişt ceribandin. Deyn ji nû ve vesazkirin. Bi ser neketin û ji ber vê dem dirêj kirin."

‘DEST DANÎN SER DAHATA KEDKARAN'

Temelli, diyar kir ku îktîdarê Pergala Emekdariya Şexsî mecbûrî kir û bi vê pergalê re dest danî ser mîqdareke kedkaran û wiha domand: "Ev têr nekir, vê carê bê hesab û kîtab kredî belav kirin û wek bêjin lêbinihêre krîz tune ye. Lê belê, bazirganiya derve her diçe deyndar dibe. Her diçe kêmasiya cariyê zêde dibe. Dahatên turîzmê ketine. Dahateke wê ya çavkaniyeke xwezayî tune ye."

‘BI 'NA'YÊ TEQEZ EM Ê BI SER KEVIN'

Temelli, dest nîşan kir ku aborî, siyaset û dîplomasiya Tirkiyeyê li cîhanê tu îtibar û qîmet ji xwe re nehiştiye û wiha axivî: "Divê demildest ev bê rawestandin. Li gel rejîma yekzilamî, di warî îktîsadî de jî divê bê rawestandin." Temelli, anî ziman ku AK Partî Û Qesr hemû derfetên dewletê bi kar tîne û wiha axivî: "Di nav polîtîkayên şer û aborî yên îktîdarê de qetlîam, rûxandin, koçkirin, binçavkirin, KHK, cinayetên jinan, cinayetên kar, îstismarên zarokan yanî her tiştên qirêj cih digirin. Li dijî vê tekane çare ew e ku di refrandûmê de bi gotina 'Na'yê teqez divê em bi ser kevin."

Ruken Demir/Sakıp Yaşar- dîhaber