Sancar: Bedela 'Na' çibe emê bidin

ESKİŞEHİR - Parlanenterê HDP'ê yê Mêrdîn Mithat Sancar, di civîna gel a Eskîşehîdê de got ew ji dayîna beelan natirsin û ger hewce be ji bo "Na" dê bedelan jî bidin.

Rêxistina Partila Demokratîk a Gelan (HDP) a Eskîşehîrê û Koordînasyona Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajar, bi tevlêbûna Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar civîna gel pêk anî û starta kampanya "Na" dan. Di civînê de Endama Meclîsa HDP'ê û Endama Meclîsa Jinê Beycan Taşkiran, Endamê Meclîsa HDP'ê Haluk Çeliktaş Endamê Lîjneya Rêveber a HDK'ê Huseyin Gevher, Dayika Aştiyê Gulşah û gelek rêveber û xwendekarên zanîngehê amade bûn. Civîn li Kahwexaneyek li taxa Gultepe pêk hat. Di civînê de endama Meclîsa HDP'ê Beycan Taşkıran, diyar kir ku kesên dibêjin "Na" gel û kesên kedkar in û wiha got: "Divê em bi milyonan kesên dibêjin "Na" di bin banekî de bînin cem hev. Dîsa divê em xwe bigînin jinên bê biryar. Em ji bo welatê azad û wekhev bêjin "Na"

ME DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE DEST DA HEV Û EM BI SER KETIN

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar jî anî ziman ku di 7'ê Hezîranê de hemûyan dest dan hev û bi ser ketin û wiha got: "Em hemû kom û civakên bindest bûn yek û me dest da hev . Ji bo ku me hemuyan dest da hev û me zor bi dest xist. Tişta ku em dibêjin "Erê" xwişk û biratiya gelan a li vî welatî ye. Azadî û mafên mirovan e. Ji bo her kes siberojê azad bijî ye. Dema em serî natewînin îktîdar dikeve nava panîtêk. Îktîdar bi guhertina pergalê dixwaze hebûn û ewlehiya xwe mîsoger bike. Ji bo vê yekê hemû hêsên muxalif belav dike û bêdeng dike. Em dê di biryara xwe de zexm û berxwedêr bin. Hewce be ji bo 'Na' em dê betelan jî bidin."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. Civîn û xebatên "Na" dê li taxên din ên Eskişehirê bidomin.