MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, diyar kir ku xebatên refarndûmê di bin çewisandinên dijwar de didomin, lê li gel vê jî ew xebatên "Na"yê bi rê ve dibin û wiha got: "Ji bo hilbijêrên AK Partiyê jî banga me heye, heke bi rastî jî ji bo her kesî demokrasiyê dixwazin, divê bibêjin 'Na'."
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Ali Atalan, têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê axivî. Atalan, dest nîşan kir ku piştî îlankirina OHAL'ê di vê serdema ku rêveberiya awarte heye de, tu zemîneke rewa ya hilbijartinan tune ye. Atalan, got ew di çarçoveya xebatên referandûmê de bi gel re tên cem hev û wiha axivî: "Cihê em diçin hêzên ewleyiyê, leşker, polîs gel dorpêç dikin. Dixwazin derûniya tirsê biafirînin. Heke hîn di destpêkê de tiştekî wisa hene, nepêkan e ku hilbijartineke demokratîk pêk bê. Li gel vê jî em ê li gor kevneşopiya berxwedana xwe bitêkoşin. Li gel girtinan, operasyonên qirkirina siyasî jî dê gelê me, li dijî stratejiya mehrûmkirina ji azadiyê, li dijî koalîsyona bi MHP'ê re hatiye kirin teqez bibêje 'Na'."
DÊ BI VÊ GUHERÎNÊ ÇI TÊKEVE DESTÊ TIRKIYEYÊ?
Atalan, diyar kir ku Serokokmar Erdogan di nêvengeke OHAL û KHK'yan de bi guhertinekê dixwaze hegemonyaya serdema navîn têxe bin ewleyiya Qanûna Bingehîn û wiha axivî: "Dê çi xêra vê li kê be? Helbet em stastu, azadî, pêşeroja gelê kurd esas digirin. Çimkî em gelekî bindest in. Em wê esas digirin, lê em vê jî deynin hêlekê; dê bi vê guherînê re çi têkeve destê Tirkiyeyê, em ji ku dizanin Li vir xetereya esas têkildarî şexsê Erdogan e, heke di vê pergalê de bibe serok dê rewş wehîmtir bibe. Aşkere ye ku dê demokrasiyê neyîne."
Atalan, got dê encamên referandûmê bandorê li hemû Tirkiyeyê bike û wiha bang li gel kir: "Divê her kes bi hem» hêza xwe, bi hemû derfetên xwe dakeve kuçeyan, biçe ser sindoqan, divê heta hilbijartinê bixebite. Tenê ne ji bo rêveber, parlementeran ji bo mirovên AK Partiyî jî banga me heye. Eger bi rastî jî demokrasiyê dixwazin divê bibêjin 'Na'. Dê bi vê referandûmê re derfeta gotina me ya em azadiyê dixwazin, maf û huqûqê dixwazin, stastuyê dixwazin çêbibe."