Sirri Sureyya Onder: 15'ê Sibatê êrîşa li dijî vîna aştî û demokrasiyê ya Ocalan e

ENQERE - Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku 15'ê Sibatê êrîşa li dijî meşa azadî, demokrasî û aştiya herêmê ya Ocalan da destpêkirin e û got, AK Partî hemû Tirkiyeyê veguherandiye Îmraliyê. Onder, got xwerexneya herî mezin a ji bo Ocalan bê dayîn ew e ku Kongreya Netewî ya Kurd bê komkirin.

Di 15'ê Sibata 1999'an de, 18 sal berê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rasdestî Tirkiyeyê hat kirin. Dema Ocalan anîn Tirkiyeyê, zarokên hîn çênebûbûb an jî hîn nû çêbûbûn, gelek jê ji ber pirgirêka kurd nayê çareserkirin berê xwe dan çiyayan. Berê ji ber înîsiyatifên demokratîkbûyîn û aştiyê bi pêş ve xist, gelek caran bêbandorkirina Ocalan hat xwestin, lê li gel 18 salên xw eyên girtî jî her tim vîna xwe ya aştiyê parast û her cara ku ket dewrê jî bêhna civakê derxist. Lê belê, ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha bi Ocalan re hevdîtin nayên çêkirin. Gelo heke bi Ocalan re hevdîtin bihatanan çêkirin, dê li gel geşedanên li herêmê 18'emîn sala 15'ê Sibatê çawa binirxandana. Me jî ev pirs ji Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder pirsî. Onder, hem hevdîtinên xwe yên berê nirxandin û hem jî li gor çavdêriyên xwe pirsên me yên têkildarî 15'ê Sibatê bersivandin.

* Di ser 15'ê Sibatê re 18 sal derbas bûn. Hûn vê demê û encamên bi xwe re anîne çawa dinirxînin?

Di serdema ku me bi Birêz Ocalan re xebat dimeşandin min ji wî jî pirsî bû. Wî her tim bi daxuyaniya serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit dest bi vê meseleyê dikir û bi ken digot, 'Mêrik derket got çima vî kesî dan me, hîn jî min fêm nekiriye.' Paşê jî nepêşbîniya wî dest nîşan dikir. Wek kesekî ku ev jê guhdar kirine, bawer dikim dê dubarekirina wê baştir be. Digot, em di nirxandina Ecevit de dikarin hem komployê hem jî asta wê ya navnetewî bibînin. Xala li ser radiwestiya ev bû, pergal tim dixwaze vê wek radestgirtinê an jî operasyona derxistina ji Sûriyeyê vebêje.

* Ma ew jî wisa nanirxîne?

Na, wî tim digot derxistina wî ya ji Sûriyeyê nepêkan bû, divê derketina ji Sûriyeyê bi awayekî îradî wek meşeke çareserî û demokratîkbûyînê bê fêmkirin, tim dest dest nîşan dikir ku wî her tim ev plankiriye û biryara vê daye. Di hevsengên herêmê de, ji ber perçebûna gelê kurd tim bi nêzîkatiyeke entrumantalîst, navgîniyî li gelê kurd dihat nêrîn. Da hevsenga xwe ya heyî bidomîn, rewşa perçebûyî ya gelê kurd û navgînkirina wê hem ji bo dewletên herêmê, hem jî ji bo dewletên emperyalîst ên rojavayê riya herî kurt bû. Yanî tim yekî li hemberî yê din bi kar bîne, wî veguherîne amûreke hesabpirsînê... Ya vê paradîgmayê hemû guherand biryara siyaseta demokratîk, biryara aştiyê, herêma demokratîkbûyî ya ku dê hemû projeksiyanan berhewa bike û nêzîkatiya ku Rojhilata Navîn bibe Mala Gel bi xwe bû. Ev van hêzan hemûyan qilqilandibû.

* Tawîzekî dana Tirkiyeyê nîne gelo?

Li herêmê wisa rolekî jeo-stratejîk bidin Tirkiyeyê nîne. Ango wekî em vî nedin Tirkiyeyê ev dê ji bo berjewendiye me nebaşbe. Ji ber vê yekê jî komploya navneteweyî evqas vekirî û aşkera pêk tê.

* Hûn çawa dinirxînin?

Her tim lêgerîna siyaseta çareseriyê hebû. Tişta ku Birêz Ocalan wekî mekanîka darbeyê dinirxîne di esasê xwe de bi hêzên herêmî ve bi sînor nebû. Her tim NATO nîşan dida û beriya wî tespîtî neke nirdandin neditir. Wekî beriya 18 salan Birêz Ocalan li hemberî hemû astengkirinên sîstemê xwedî hêzekî ku têgeheke nû bibîne ye. Pêvajoya çareseriyê ji ber vê yekê temamkirina pêvajoya nîvco mayî bû. Em bidawîkirina pêvajoyê dikarin wekî berdewama komployê binirxînin. Nirxandina min ev e. Lê ez ji nirxandinên Birêz Ocalan derdikevim rê û digihîjim vî encamê. Hewldana kontrolkirina karta kurd a li herêmê bû bidawîkirina pêvajoya çareseriyê.

* Hûn dixwazin bibêjin ku li hemberî israra Ocalan a di demoksariyê de komploya navneteweyî ji xwe her tim nû dike?

Belê. Bi taybetî komplo xwe bênavber nû dikir. Lê Birêz Ocalan ev beşa nexşeyê çirand û avêt. Ev yek ji bo geşedanên li herêmê jî mudaxaleyekî girîng bû. Em vî ji kû derdixin? Ez xwe jî dixim nav û dibêjim. Me girîngiya Rojava û Şengalê, terzê derketina DAIŞ'ê riya ku piştre şopand; Hê nîşaneyên van tunebû Birêz Ocalan wekî mijarên ku li ser kurbûn çêbibe anî ziman. Dema ku îro jî ez vedigerim û dinêrim ez matmayî dibim. Ango ev ji xwendina dîrokê û ji bo pêşerojê hin tişt diyarkirinê wêdetir, bal kişand li ser çi, pêşdîtina wî li ser çi çêbû ew derket, çi wekî xetere dît ew li lingên gelên herêmê aliya. Ev qala pêşdîtin û ferasetekî wisa dikim.

* Bi gotina mekanîka darbeyê ku beriya salan anîbû ziman gelo bal kişandibû li ser pêvajoya darbeyê?

Kesên ku mekanîka darbeyî bi awayekî teng şîrove dikin hene. Lê em heta ku aliyê wî yê navneteweyî nebînin em nikarin 15'ê Tîrmehê bibînin. Li vir cemaet an jî rêxistinên din hatine cem hev, koalîsyonekî bi vî rengî heye lê ev di cewherê xwe de operasyonekî NATO'yê ye.

* AK Partî jî hema ku heman tiştan dibêje. Hêzên derve, navendên derve li hundir bi xayînan re dixwazin me bibin û hwd. dibêjin...

Ez tiştekî pir cuda dibêjin. AKP van gotinan ji bo raya giştî manuple bike wekî amûrekî bi kar tîne. Dema ku siyaset tespîtekî deke li gorî vî amadekarî, bersiv bûn, tedbîr girtin mudaxalekirina pêvajoyê divê. Ger ku AKP di vî nirxandina xwe de samîmî be gelek tifaqên herêmî û ji bo ku bikaribe hevdîtinekî bi telefonê bike heta niha tiştên ku wekî rêgez didît ew hemû serobina kor, profîlekî bi vî rengî nîşan dide. Ji ber vê yekê jî ji samîmîbûn an ji li ser esasê heqîqetê wêdtir ji bo ajandaya xwe derbasî pratîkê bike û ji bo vê yekê jî ji rêzê xwe spartina vî argumanê heye. Tespîtkirin bi vî re sînorkirî nîne. Li herêmê hêzên ku hema bibêje hatina wan a li cem hev nepêkan e ew jî xistin torbeyê darbekaran, têkîlî kişfkirin û ev hemû yek in et tenê me, dixwaze rewşekî wisa biafirîne.

* Gelo gotinên antîemperyalîst?

Dikarin gotinên li dijî emperyalîzmê bikin lê li Anatolyayê gotinek heye dibêjin karê eynika mirovan... Em li wî dinêrin. Ger ku te ev tespît kir wê demê çima disekinî, çi dikî? Li herêmê ji kampekî emperyalîst çûna ber ya din çi ye, ev bi çi tê îzahkirin? An ev tespît şaş e, yan jî ya ku dikin şaş e. Herdu bihevre nabe.

* We bal kişand aliyekî komploya navneteweyî. Piştî ku Ocalan ji herêmê hat derxistin, mudaxaleyên navneteweyî çêbûn. Aliyê ku Ocalan ji astengbûnê derxînin tuneye gelo?

Bêguman heye. Tu faktor bi tena serê xwe diyarker nabe. Lê xala ku Birêz Ocalan kur bû, pêkûtiya li ser e. Ev aliyek e. Lê ger ku ez hinekî bûm xwedî tecrube, piştî ku biryara meşa aştiyê, meşa demokrasiyê digire ev mekanîzme dikeve dewreyê. Li hemberî herêmê Amerîka jî rojava jî di rojekî de rûnanên û helwestê diyar nakin. Plan û bernameyên demkurt amadekariya 10-15 salan pêwîst dike. Şîarekî demokratîkbûnê ya ku vî paradîgmayê diçirîne û mudaxaleye lezgîn pêwîst dike li holê heye. Dîsa hatina Bihara Ereban ferq dike, însiyatîfa yekem digire em qala îradeyekî ku çirûska yekem a meşê vedixe dikin. Ji ber vê yekê nêrîna min a şexsî piştî ku ew biryar derket holê şunde komplo bi lez hatiye amadekirin.

* Sûriye welatekî krîtîk e. Ocalan ji wir derdikeve piştre propagandaya "dê teror biqede" dest pê dike. Lê em niha dinêrin kesên ku dibêjin ew derxistine, teslîm kirine, radest girtine hemû li Sûriyeyê ne. Sûriye bûye welatekî wêran. Ev hevkêşeyekî çawa ye?

Ger ku em tehlîlkirina çîna ku Esad jê tê dest pê nekin dê nirdandinên tên kirin hinek li hewa bimîne. Divê bê gotin ku Esad dîktatorekî burjuvaziya biçûk bû. Ya din rastiya wî ya dîrokî ye, hêzên ku ji derve hatine nikarin qasî hêzên hundir nîzamekî pêk bînin, ava bikin. Dê çi bibin? Dê xira bikin. Ez naxwazim peyvên piranî bi kar bînim lê hêzên ku tê gotin yên derve nikarin li herêmê nîzamekî ava bikin ev qabîliyeta wan tuneye. Dikarin geşedanan xira bikin, asteng bikin, berê wî biguherînin. Ya ku bi giştî dikin jî ev e. Gelek pirsgirêkên ku Esad kom kir ji nişkave derketina şer ve divê xetekî berjewendîperest bişopîne û bi vî rengî çareser bike. Ev kir. Lê ji ber ku perspektîfa demokratîkbûn bihevre jiyanê tunebû bikaranîna hêzên navneweyî tercîh kir û di heman demê de wan jî ew bikaranîn, Esad ev tercîh kir. Em dikarin çawa bibin mudaxîl. Bi pêşniyarekî demokratîk. Ev pêşniyar tiştekî nivîskî yan jî devkî nîne. Ev pratîkê nîşan dide. Pratîka rêveberinê ya Esad tu caran li ser esasê hiqûqa bihevre jiyanê nebû. Misilmanên sunî, çerkes, tirkmen di nav de tunebû. Li vir kurd mexdûrên herî mezin bûn. PolîtîkayaKembera Ereban a bav Esad dest pê kir û pêşniyara ku îro Tirkiye ji bo herêma ewle dike heman tişt e. Îro serokomar dibêje ew ê tirkmen û ereban li wir bi cih bikin. Ferqa wan ji Esad tenê tirkmen jî xistina nav e û di navbera kurdan de jî kemberek tê avakirin. Tişta ku Esad jî kir ev bû. Gelo encam girt? Dema ku em li Kembera Ereb dinêrin gelek Koroglu derketine. Beriya ku mayinên li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê biteqînin, kurdên ku li Kembera Ereb hatine bicihkirin derketine û destana van hatiye nivîsandin. Li wir ligel pêşniyara ax û îmtiyazê jî nekarîne ereban di navbera kurdan de bi cih bikin. Çi kiriye mêtingeriya herî giran a sedsala 20'emîn xistiye dewreyê. Nasnameya wî girtiye, azadiya gerê, azadiya perwerdehiyê hemû mafêh wan girtine. Ez bawer dikim ev pêvajoya tê jiyîn dê Esad jî biguherîne. Li ber wî du rê hene. Teoriyekî ku bi îngilizî wekî hişsivikî tê bi navkirin heye. Her geşedan wekî legoyê gelek rewşên cuda derdixe holê. Li vir hûn ê kîjan riyê tercîh bikin heye. Tercîha ku hûn bikin jî dê gelek îhtîmalên nû derxîne holê. Ger ku Esad di nava xwe de pirsyarkirinekî baş kiribe wê demê avakirina hiqûqa bihevre jiyanê û bi vî rengî êşên ku gel dikişînin dikare bibîne.

* Bi guhertinê gelo dikarin tevlî jiyana hevpar bibe?

Her tiş pêkan e. Bifikirin ku gelê kurd ê ku bi pêkûtiyên giran ve rû bi rû bûn ji bo Sûriye li ser piyan bimîne bû kolonê bingehîn. Ger ku dijminatiyekî mezin a mirovan tunebe dê rûnê û bifikire. Min evqas bi vî gelê da kişandin lê îro hem jî di nava şer de ji bo nîzamek bê avakirin qabîliyetek nîşan da. Divê vî bibêje.

* Gelo ev hinekî bi bandor û fikrên Ocalan ve nebû?

Ne hinekî, bi awayekî girîng û diyarker di encama xebatên Birêz Ocalan ên li wir, têkîliyên wî, keda wî ev pêk hat.

* Gelo ev sîstema Îmraliyê heta kengî û çaqa berdewam bike?

Em di mesaiya xwe ya hevpar de ji bo azadiya wî û tespîtên xwe yên sîstema Îmraliyê, fikarên xwe û pêşniyarên xwe dema ku me parve dikir, pêşiya vê yekê digirt. Îtiraf dikim ku min ev zêde fêm nedikir. Di vî mijarê de nêzîkatiyekî standart di vî mijarê de hebû. Digot ya girîng bihevre azadbûna me ye. Hemû herêm dixist nava vî yekîtiyê. Lê me azadiya wî , şertên ku ew rehet bike tevli siyaseta demokratîk bibe me digot dê Pêvajoyê veguherîne demokratîkbûnê. Nİha fêm dikim ger ku hûn azadiyê wekî parçeyekî azadiya civakê negirin dest dima ku kon
* Ma dê dawiya vî tiştî nebe?

Bêguman ev sîstem dê heta hetayê berdewam neke. Sînorê zor û pêkûtiyê heye. Lê sînorê têkoşînê, demokrasiyê Nîne. Li gorî min ev sîstem hatiye sînorê pêkûtî û zorê. Jibilî vê dê çi bikin. Jixwe hemû welat veguhendane Îmraliyê.

* Ev demeke dirêj e bi Ocalan re hevdîtin pêk nayê. Hûn jî demeke dirêj bi hevre xebitîn. Ger ku derfetên hevdîtinê heba dê geşedanên îro çawa binirxanda?

Ez dem bi dem li ser vî kur dibim. Dema em ji nû ve dest bi hevdîtinan bikin dê nirxandinên wî, rexneyên wî hebe lê dê nirxandinên me jî bixwaze. Dê bibêje evqas dem hûn bi min re xebitîn, we çi fêm kir, çi kir, çima wisa bû? Nİrxandina min ew e ku; wî hema di hemû hevdîtinan de bi giranî bi ser dikesikî, israr dikin, di mijarên ku me digot di nêzîkatiya bingehîn de tawîz nade jî ji bo yek mijar hebû, Kongreya Neteweyî ya Kurd. Em bi komploya navneteweyî ve girêdayî jî bifikirin ev parçebûn, nehatine cem hev dizanibû ku di warê cewher û hejmar de erozyona nasnameyê ye. Bi Birêz Leyla Zana re me ji bo vî mijarê kiribû heyetek, ji bo van xebatan bidin meşandin. tenê serdanên me yê ji bo vî rojevê çêdibû. Hincetan heta niha komnekerina Kongreya Neteweyî ya Kurd hemû mehkum kiriye. Ev çi ne ji pirsgirêka hevserokatiyê bigirin heta hejmara delegeyan. Digot ev qet girîng nînin. Hê DAIŞ derneketibû holê digot ku hêzekî aştiyê ava bikin. Digot gelê kurd di bin êrîş û tehdîdê de ye.

* Mîsyona ku dida Kongreya Neteweyî ev bû? Avakirina hêza aştiyê, gelo ev lêgerîn bû?

Aliyekî girîng vî nîşan dide. Li gorî min hatina pêvajoyê ya li vî noqteyê ji bo me mekanîzmaya ku bibe fren ev bû û me ev pêk neanî. Li vir ewil berpirsyariya me, berpirsyariya hevparan heye. Çi dibe bila be i hemû kêmasiyan divê derbasî jiyanê bihate kirin. Ger ku pêk bihata ne li herêma me ne jî li welatê me ev êş bi piranî nedihat jiyîn.

Kenan Kirkaya / Salman Gozelyuz - dîhaber