Li Rûsyayê Konferansa Kurd: Dibe ku sibehê pir dereng be!

MOSKOW - Siyasetmedarên kurd ên li Moskowê hatin cem hev peyama "dibe ku sibehê pir dereng be em rola xwe bilîzin" dan û bal kişandin li ser girîngiya kongreya neteweyî. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah wiha got: "Civîna ku kurd beşdar nebin û qanûna bingehîn a bê çêkirin kurdan girênade."

Konferansa Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê, ku ji aliyê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Rûsyayê û Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdan li Rûsyayê tê lidarxistin, bi sernavê "Li Rojhilata Navîn şerê parvekirinê yê sêyemîn" hat lidarxistin

Konferans, bi axaftina Nûnerê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurdan li Rûsyayê Araf Azamanî dest pê kir.

Azamanî li ser navê konferansê, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin, bi zimanekî tund şermezar kir.

SORO: KRÎZ BI PROJEYA KURDAN DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Nûnerê KNK'ê yê Rûsyayê Selahattîn Soro piştre axivî û diyar kir, ku cîhan di nava krîzeke mezin de ye. Soro got, "Navenda vê krîzê Rojhilata Navîn e. Yek ji sedemên bingehîn ên vê krîzê jî netewe dewlet e. Vê krîzê rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ'ê kiriye belayê serê civakê."

Soro da xuyakirin, ku li Rojhilata Navîn pêwîstî bi nûbûnekê heye û destnîşan kir, ku Rojhilata Navîn êdî nabe bi netewe dewletan bê birêvbirin.

Soro anî ziman, sîstemên netewe dewlet, krîzan girantir dikin û got, "Ji bo Rojhilata navîn konfederalîzma demokratîkd ivê. Modeleke bi vî rengî wê hê çêtir li Rojhilata Navîn were. Netewe dewletan hemû hindikahiyên li herêmê tine kir."

Soro destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina vê krîzê, projeya herî girîng ji aliyê Kurdan ve hatiye pêşkêşkirin û diyar kir, Kurd tevî hemû gelên li herêmê dixwazin bi hev re, bi nasnameya xwe bi rengekî azad bijîn.

Soro da xuyakirin, ku Rûsya êdî li herêmê bi mîsyonên gelekî girîng û xurt radibe û ew hewldanên Rûsyayê yên ji bo çareseriyê erênî dibînin. Soro got, "Bêguman Rûsya hêzeke girîng e û divê vê hêza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi kar bîne.

BAGDASAROV: DIVÊ RÛSYA PİŞTGIRIYÊ BIDE ROJAVA

Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn û Asya Navîn Sîmyon Bagdasarov jî di axaftina xwe de ragihand, ku partiyên Kurd cara yekê ye di vê astê de li hev dicivin û destnîşan kir, ku ev yek li hemberî kesên ku dibêjin 'Kurd nikarin bibin yek' bersiva herî bedew e.

Bagdasarov da zanîn, ji dema rûdana bûyerên li Sûriyeyê û vir ve Rûsya têkiliya xwe ya bi Kurdan re di asta herî bilind de pêk tîne û anî ziman, bi PYD û YPG'ê re di asteke girîng de têklilî heye.

Bagdasarov diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê, projeya ji aliyê Kurdan ve hatiye pêşkêşkirin gelkî girîng e û pêwîste di çarçoveya vê projeyê de lihevkirinek bê kirin.

Bagdasarov ragihand, Tirkiyeyê bi destwerdana li herêmê re dixwaze pêşî li statuya Kurdan bigire got, "Piştî Cerablûsê berê xwe da Babê. Lê bi dîtina min, ev hewldanên Tirkiyeyê pûç in."

Bagdasarov bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike û got, "Ez ne bawer im ku Rûsya li pêşberî bûyerên bi vî rengî bêdeng bimîne."

Di dewama axaftina xwe de Bagdasarov anî ziman, Rûsya dikare hîn bêhtir alîkariyê bide Kurdan û wiha dewam kir: "Çawa ku Ewropa çekan ji pêşmergeyan re dişînin, divê em jî çekan ji YPG'ê re bişînin. Ji bo ev yek pêk neyê, ti sedem nîne. Lazim e em têkiliyên xwe xurtir bikin."

ABDULLAH: DESTÛRA BINGEHÎN A BÊYÎ KURDAN BÊ AMADEKIRIN, EM Ê WÊ NAS NEKIN

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî di destpêka axaftina xwe de, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin, bi wesîleya salvegera 18. şermezar kir.

Abdullah da xuyakirin, li Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin û anî ziman, hêzên navneteweyî dixwazin bi hemû hêza xwe li Rojhilata Navîn hebin. Bi vê armancê destek dan komên terorê yên cuda û bi vî rengî xwestin li herêmê bibin hêz. Di vî şerî de civaka sivîl gelekî êş kişand. Bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Bi sed hezaran mirov mirin. Li dijî terora DAIŞ'ê niha koalîsyonek ava bûye. Pêwîste hêzên navneteweyî, li dijî vê rêxistina terorê ya li derveyî mirovahiyê, destekê bidin Kurdan."

Abdullah diyar kir, ku koalîsyon ev saleke heye, lê belê Kurd ji destpêkê ve li dijî DAIŞ'ê û komên terorê yên mîna wê, bêyî ku destekê ji kesî bigire, bi vîna xwe têdikoşe.

Asya Abdullah işaret bi desteka Tirkiyeyê ya ji bo komên çete kir û anî ziman, heta ku Tirkiye destekê bide terora DAIŞ'ê, zehmet e DAIŞ were têkbirin û herêm aram bibe.

Abdullah da xuyakirin, ku Tirkiye naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî maf û ji ber vê yekê jî bi rengekî vekirî destekê dide rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ'ê ku dijminê tevahiya cîhanê ne.

Hevseroka PYD'ê ragihand, hêzên navneteweyî bi dayîna mîsyonê ji bo Kurdan, dikarin pêşî li Tirkieyyê bigirin û got, "Bi taybetî divê Kurd ji sedî sed beşdarî civîna Cenevre-4 bibin. Civîneke bêyî Kurdan, destûreke bingehîn a bêyî Kurdan bê amadekirin, wê bi ti awayî eleqeya xwe bi Kurdan re nebe. Destûra Bingehîn a bê amadekirin, divê li gorî vîna civakê be. Li ser bingeha wekheviya jin û mêr be. Hemû pêkhateyên civakê di nav de hebe."

Abdullah pêşniyara Rûsyayê ya ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê pêşkêş kir, bibîr xist û got, "Di vê pêşnûmeyê de qala Otonomiya Kurd tê kirin. Pirsgirêka me otonomî nîne. Em sîstemeke ku karibin xwe hê bi rengekî azad bi rê ve bibin, pêşniyar dikin."

Abdullah destnîşan kir, ku dewleta Tirk gefê li wan dixwe û got, "Balafirên Tirkiyeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê radibin û li me didin. Berê balafirên rejîmê li me didan. Niha jî balafirên Tirkiyeyê li me didin. Tirkiye li ser sînor mirovan dikuje, çi zarok, çi jî jin. Hêzên navneteweyî, divê li dijî dewleteke ku di vê astê de bi rengekî vekirî destekê dide DAIŞ'ê, tiştekî bikin."

Abdullah anî ziman, ew amade ne ji çareseriyeke bi rêya demokratîk a prisgirêka Sûriyeyê re û got, "Di vî warî de pêşniyar û nêrînên me hene. Federasyona Bakurê Sûriyeyê parçeyek ji Sûriyeyê ye. Lazim e rejîma Sûriyeyê vê qebûl bike. Di civîneke em lê ne amade bin, çi biryar were girtin, ti eleqeya wan biryara bi me nîne. Ji rejîma Sûriyeyê heye ku mîna berê dikare Sûriyeyê bi rê ve bibe. Êdî ew rojên berê ji bo Sûriyeyê nema tên. Ji xwe tiştekî bi vî rengî nepêkan e."

BAYDEMÎR: AKP'Ê DARBE KIR

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku hêzên navneteweyî dixwazin, mîna Sykes-Pîcotê Kurdan parçe bikin û got, "Niha li kêleka min parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê hatine hene. Em bi zorê ji hev fêhm dikin. Ev yek ne şerma me ye. Bila yên ku em di nava dewletan de parçe kirine, ji xwe şerm bikin."

Baydemîr bibîr xist, ku partiya wan HDP a bi dengekî girîng cihê xwe di parlamentê de girt, niha Hevserok û gelek parlamenterên wê girtî ne û got, "Ez bi awayekî vekirî ji we re bêjim: Yek ji sedemên bingehîn ên girtina Birêz Selahattîn Demîrtaş, serdana wî ya li Rûsyayê bû. Diviyabû Rûsya li hemberî vê yekê bêdeng nemabûya. Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê bajar hilweşand, mirovên sivîl kuşt."

Baydemîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyên wan û got, "Gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin, kedkarên çapemeniyê hatin girtin. Akademî hatin girtin û akademîsyen ji wezîfeyê hatin kirin."

Baydemîr da xuyakirin, ku divê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li pêşberî zextên Tirkiyeyê yên li Kurdan dike, bêdeng nemîne û got, "Pirsgirêka Kurd dikare bi rêyên demokratîk çareser bibe. Îro Kurd li Rojava federasyonê dixwazin. Em tevlî vê daxwazê dibin. Eger federasyon nebaş bûya, çima îro li Elmanya, Amerîka û Rûsyayê heye."

ÎSMAÎL: YEKÎTIYA KURDAN XURT DIBE

Parlamenterê YNK'ê Îzzet Sabir Îsmaîl ê ji Başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bû diyar kir, Kurd îro li Bakurê Kurdistanê berdêlên giran didin û got, "Li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê jî êşên giran hatin kişandin. Ji bo balê bikişînin ser van bûyeran, li Silêmanî û Kerkûkê civînên girîng hatin lidarxistin. Ji bo azadiya Kobanê, pêmerge ji Başûrê Kurdistanê çûn Rojava û gerîlayên PKK'ê li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê tevî pêşmergeyan şer dikin. Ev yek gaveke girîng e ji bo yekîtiya Kurdan. Em niha li Rûsyayê li hev civiyan e, bila Rûsya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke çalak rabe. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Êdî bi hişmendiyeke neteweyî tevdigerin. Lewma partiyên siyasî yên Kurd bi hêsanî li hev bicivin û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Ev yek yekîtiya Kurdan xurt dike."

KERKÛKÎ: DIVIYABÛ PARLAMENTOYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HÊ BÊHTIR BIXEBITIYA

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî anî ziman, ku ev konfearns di pêvajoyeke gelekî girîng de tê lidarxistin û got, "Îro li Rojhilata Navîn, Kurd pêşengiyê ji demokrasiyê re dikin. Jinên Kurd li ber her şêwe êrîşên mêr radibin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Bi êrîşên DAIŞ'ê re, ji Xaneqînê heta Efrînê gelê Kurd li dora heman armancî li hev civiya û pêşî li van êrîşan girt. Pêwîste Kurd bi lez û bez yekîtiya xwe ya siyasî ava bike û di vê dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de, bi rola xwe rabe. Parlamenta Başûrê Kurdistanê vê gavê teviziye, naxebite. Di pêvajoyeke bi vî rengî de diviyabû parlament hîn bêhtir bixebitiya.

MUSLIM: DIVÊ DAXWAZA KURDAN BI ERÊNÎ BÊ DÎTIN

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî da xuyakirin, ku li Kobanê Kurdan tecrûbeyeke mezin dîtine û got, "Kobanê bû bajarê ku Kurd lê bûn yek. Lewma têkoşîna li Kobanê îro her li ser zimanan e. Hêzên navneteweyî, ji bo guhertina rejîma li Sûriyeyê destek dan rêxistinên terorê yên cuda. Herî dawî destek dan terora DAIŞ'ê û ne tenê rejîm di heman demê de êrîşî cihê Kurdan kirin. Kobanê jî yek ji van cihan e. Piştî ku Kurdan li Kobanê DAIŞ têk birin, vê carê komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Tirkiyeyê qîma xwe bi vê jî nanî û bi xwe êrîş kir."

Muslim da zanîn, Rûsya li herêmê hêzeke girîng e û diyar kir, pêşnûmeya destûra bingehîn a ji aliyê Rûsyayê ve hat amadekirin ji bo wan girîng e, lê têrê nake. Muslim got, "Kurdan îro projeya xwe pêşkêş kirine û dixwazin Sûriye bi federasyonê were birêvbirin. Lewma wê baş be ku Rûsya bi erênî nêzî vê daxwaza Kurdan bibe."

QADIR: ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE, DIVÊ KURD HEMÛ JI BO SIBEROJA KURDISTANÊ BIXEBITE

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hama Amîn Qadir ragihand, ku weke Tevgera Goran ew destketiyên Kurdan hêja dibînin û bi hesasî hewl didin helwesteke neteweyî nîşan bidin. Qadir bibîr xist, ku Kurd heta niha ji bo berjewendiyên dewletên herêmê bûne qurban, lê belê Kurd wê êdî berjewendiyên xwe biparêzin û cihê xwe di nava ji nû ve dîzaynkirinê de bigirin. Qadir destnîşan kir, ciwanên Kurd bi têkoşîna xwe bala tevahiya cîhanê kişandin ser xwe û got, "Ev şer êdî şerê man û nemanê ye. Lewma divê Kurd têkoşîna xwe ya aştiyane bilind bikin û ji bo siberoja Kurdistanê bixebitin. Ez dixwazim bêjim, em alîgirê federasyona li Sûriyeyê ne. Kurd jî dikarin di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de mafên xwe ewle bikin."

DÎLEK OCALAN: BÊYÎ KU DERENG BIMÎNIN, EM JI YA DESTÊ ME TÊ BIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir, ku li Bakurê Kurdistanê bi hewldanên mezin ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêvajoyekê dest pê kir û got, "Hin hêz, ji bo biserketina vê pêvajoyê çi ji destê wan hat kirin. Lê belê AKP tehde neda xwe û pêvajo qedand. Nêzî 5 sal in Ocalan nikare malbatê û parêzeran bibîne. Di dîroka mirovahiyê de tecrîdeke bi vî rengî nîne. Dewleta Tirk wê nikaribe hesabê vê tecrîda li derveyî mirovahiyê bide. Hikûmeta AKP'ê ji bo vîna Kurdan bişikîne, cih û warê sivîlan hilşand, parlamenter binçav kir, girt û dest danî ser şaredariyên gel. Bi sedan saziyên çapemeniyê girt. Li dijî akademîsyen û rewşenbîran dest bi kampanya lînçê kir. Di nava 18 salan de gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd, Tevgera Jinê, bi têkoşîna xwe pêşî li komployê girtin. Krîza heyî ya li Rojhilata Navîn ancax bi konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin dikare bê çareserkirin. Pêvajoya heyî gelekî girîng e. Çi ji destê me kê tê, divê em niha bikin. Sibe dibe ku dereng be."

ÇÎÇEK: BI PÊŞENGIYA JINÊN KURD ŞOREŞA NEOLÎTÎK A DUYEMÎN PÊK TÊ

Seroka Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek jî di konferansê de pêvajoya şoreşa jinê nirxand.

Çîçek da xuyakirin, ku tespîta Rêberê PKK'î Abdullah Ocalan a beriya 20 salan kir, îro îspat bûye û got, "Sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinê. Li axa Mezopotamyayê Şoreşa Neolîtîk a Duyemîn pêk tê. Yên ku bi mîsyona pêşengiya dîrokî ya vê şoreşê radibin jî jinên Kurd in."

BEŞDARÊN KONFERANSÊ

Ji Bakurê Kurdistanê; parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay, ji Rojavayê Kurdistanê; Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, ji Başûrê Kurdistanê; Parlamenterê YNK'ê Ezzat Sabir Îsmaîl, Parlamenterê Goran Şêrko Hama Amîn, ji Rûsyayê; Serokê Partiya Rodîna û Parlamenter Aleksey Aleksandrovîç, Serokê komîteya welatên Civata Dewletên Yekbûyî û parlamenter Leonîd Îvanovîç, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya DÛMA û parlametner Îgor Nîkolayevîç, Şêwirmendê Departmana Polîtîka Derve ya Wezareta Karên Derve û parlametner Nîkolay Nîkaloyevîç, Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhialta Navîn û Asya Navîn Sîmyon Bagdasarov, endamê Wezareta Karên Derve Vasîliy Vasîlyvîç, Seroka Beşê ya Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê Anna Galzova,, Alîkarê Serokê Enstîtuya Welatên Civata Dewletên Serbixwe Vladîmîr Valiyerîvîç, Serokê Enstîtuya Rojhilat Navîn yefîm Leonîdovîç, Parlametnerê Herêma Yekîmanka ya bajarê Moskowayê Dîmîtrî Aleksandrovîç, Serokê Enstîtiya DYA û Kanada Pavel Semonovîç, Serokê Enstîtuya pirsgirêkên Jeopolîtîk Leonîd Georgiyevîç, Pisporê Beşa Navneteweyî û Aboriya Cîhanê ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Stanîslav Mîhaliyoveç, Serokê Navenda Enformasyonê ya NY li Moskowayê Valdemîr Vîlariyevîç, Serokê yekîtiya Dîasporayan a Rûsyayê Vartan Georgevîç, Seroka Yekîtiya Gelan a Rûsyayê Svetlana Konstantînovna, Serokê Beşê ya Têkiliyên Çapemeniyê û Gel a Kongreya Avroasya Yahûdî Roman Îdelovîç, Alîkarê Serokê Navenda Modelbûyînê ya Stratejîk Grîgorî Pavlovîç, Nûnerê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd li Rûsyayê Arîf Azmanî, Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev û Liyana Sîmoyan, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyînovîç, Serokê Otonomiya Çanda Kurd li Kradnodarê Îşxan Ankosî, Hevserokên Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şamoyan û Manana Pîr, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moswkoayê Tara Qadir û gelek rojnamevan, rewşenbîr û endamên rêxistinên civaka sivîl di konferansê de amade ne.