Polîsan çalakgerên bi bîsîklet ji Stenbolê hatin Yukselê binçav kirin


ENQERE
- Polîsan çalakger Ezgî Çakir, Suleyman Gokten, Celal Akgun û Volkan ên ji Stenbolê bi bisikletan hatin Yukselê û xwest piştgiriyê bidin çalakiya "Em karê xwe dixwazin" bi ledanê binçav kirin.

Çalakiya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên bi kHK'ê ji kar hatin dûrxistin, ji bo li karê xwe vegerin 153 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Çalakiya kedkarên li Kolana Yukselê ku karê xwe dixwazin û piştgiriyê didin Gulmen û Ozakça di roja 273’an de berdewam kir. Parêzer Ezgi Çakir û Suleyman Gokten ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 153 rojin ji bo li karê xwe vegerin û mafê xwe bistînin ketine greva birçîbûnê tevî hemû astengiyên polîsan ji Stenbolê hatin Enqereyê. Parêzerên ku 2 roj berê ji Stenbolê ketin rêya Enqere li Gebze ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û astengkirin. Prz. Ezgi Çakir û Suleyman Gokten û Celal Akgun hatin Enqere û li kolana Yuksele tev li çalakiyê bûn.

Suleyman Gokten, li vir daxuyanî da û diyar kir ku li ser Gulmen û Ozakça tecrit tê meşandin û wiha got: "Ji bo tecrîda li ser wan tê meşandin em bişkînin em hatin vir. Me ji bo Nuriye û Semih betel zîvirand û em ji Stenbolê hatin Enqereyê. Me got em dê 9 rojan bên. Lê em her dem rastî astengiyapolisan hatin. Parezeran piştî xwestin tevî bîsîkletên xwe li pêş Bîrdariya Mafên mirovan daxuyaniyê bidin hatin kolana Konurê.

Çalakgerên ku xwestin li vir daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşê de parêzeren ji Stenbolê hatin Ezgi Çakir, Suleyman Gokten, Celal Akgun û Volkan ê paşnavê wî nehat fêrbûn binçavkirin.

Çalakî bi silogana "Nûriye û Semîh rûmeta me ne" bi dawî bû.