Rapora Girtîgeha Tarsûsê: Odeya midûr odeya lêpirsînê ye

MÊRSÎN - Parêzerên çûn ziyareta girtiyên Girtigehên Kampusa Tarsusê, der barê rewşa girtîgehê de rapor amade kirin. Parêzeran diyar kirin ku odeya midûrê girtîgehê vegeriya ye odeya lêpirsinê.

Li Girtîgeha Tarsûsê zexten li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Parêzer Halîl Gungor û Mehmet Altuntaş yên di 4'ê Tebaxê de çûn Kampusa Girtîgeha Tarsûsê û zextên li ser girtiyan tên meşandin kirin rapor. Parêzeran diyar kirin ku di odeyên 9 kesan de 15 girtî di nava şertên dijwar de tên girtin. Parêzeran di raporê de wiha got: "Salona hewayê ji ber ritubetê kevz girtiye û girtî nikarin hewayê bistînin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û pirsgirêkên wan ên nexweşiyê gelek zêde ne. Girtiyên sewqa wan a nexweşxaneyê derdikevin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê asteng kirin. Mafê girtiyan ê telefonê û ziyaretên hevditina vekirî hatiye astengkirin. Gelek girtî rastî cezayê dîsîplînê hatine. 2 hefteye mafê girtiyan ê telefonê ji destê wan hatiye girtin.

MALBATAN SOR DIKIN

Girtiyên tên vê girtîgehê tundiya derînî li ser wan dimeşîne. Girtî di lêgerina zirav û tazî re derbas dibin. Alav û amûrên girtiyan ên taybet nadin wan. Dema alavên girtiyan didin wan jî kêm an jî bi awayekî xizar didin. Dema girtî bi malbatê xwe re hevdîtina vekirî dikin ji malbatan dixwazin ku 6 raqamên dawi yên nûmaraya TC a Nasnameyê bikar bînin. Ne wisa be jî destûra hevdîtinê nadin. Dîsa bi hinceta girtî malbatên xwe sor dikin der barê girtiyan de lêpirsîn tê vekirin. Li odeyênk 9 kesan 15 kes dimînin û avê kêm didin wan. Avê bi damacanên kevn û qirêj didin girtiyan. Pirtûk û kovarên ku malbat ji girtiyan re dişînin desteser dikin. Girtî ji hemû mafê xwe yê çandî û civakî bê par tên hiştin. Ji bir şertên odeyan vantîlator têr nakin. Televîzyone nadin girtiyan. Kevçiyê xwarinê nadin girtiyan. Xwarinê hindik didin girtiyan.

'SIVÎLÊN BI ÇEK'

Girtiyên sewqî vê girtîgehê tên kirin rastî lêdan û darpan tên. Lê aqubetên raporên darbê nizanin. Dema girtî daxwaznameyan dişînin jî raqamê qeydên daxwaznameyan nadin girtiyan. Dîsa li nava girtigehê kesên bi çek ên sivîl digerin. Ev kesên sivîl û bi çek di rojên hevdîtina evkiri de jî digerin."

ODEYA MIDÛR BÛYE ODEYA

Parêzeran diyar kirin ku odeya midûrê girtîgehê vegeriya ye odeya lêpirsinê. Girtiya bi navê Sozdar Oral jî li odeya midûr rastî lêpirsînê hatiye. Parêzeran, diyar kirin ku rapora amade kirin dê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, Baroya Mêrsînê û Wezareta Dadê re bişînin.