Makîneya kar li baregeha leşkerî ji zinar ket

COLEMÊRG – Li Şemzînanê makîneyek kar li baregeha leşkerî ji zinar ket xwarê. Di qezayê de operatorê maşîneyê jiyana xwe ji dest da.

Li qada Mêrgesav a li navçeya Şemzînana Colemêrgê ku li sêgoşeya Iraq, Îran û Tirkiyê ya sînor li baregehek leşkerî makîneyek kar ji zinar ket xwarê. Sedemê ketina makîneyê nehat zanîn. Ajokarê makîneyê yê ku ji Mêrdînê ye û navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Cenazeye operator bi ambulansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.