REQQA – Kesên li Reqqa dagirkerî û zilma DAIŞ'ê ji ser xwe avêtin û azad bûn, bi avêtina xêliyên reş, nîşaneyên serkeftinê û kenên xwe azadiyê pêşwazî dikin.
Operasyona Cenga Mezin ku ji aliyê QSD'ê ve hatiye destpêkirin, di roja 65'an de berdewam dike. Di operasyona Cenga Mezin de heta niha 10 tax ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û bi hezaran welatiyên sivîl hatin azadkirin. Kesên ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew li Reqqayê ji destê DAIŞ'e azad kirin, tama azadiyê bi avêtina cil û xeliyên reş li ser xwe û nîşaneya serkeftinê didin der. Endamên DAIŞ'ê ku di nava bajar de hatine dorpêçkirin her roj tên kuştin. Şervanên QSD'ê bi hawara sivîlên di destê DAIŞ'ê dene direvin û wan ji koletiyê rizgar dikin. Li bajarên kolan bi kolan, tax bi tax kêlî bi kêlî ji destê DAIŞ'ê tê azadkirin, sivîlên ku ji zilma DAIŞ'ê tên azadkirin jî li herêmên ewle tênk bicihkirin. Sivîlên ku li warên ewle bi cih dibin bêhnek fireh dikişînin û tama aramî û azadiyê derdixin. Kêf, kelecan û matmayîna sivîlên ji taxa Nezlit Şehadê ya Başûrê Reqqa hatin azadkirin, li reng û ruyê wan xwe dide der. Zarok bi ken û nîşaneyên serketinê, jin jî bi avêtina cil û xêliyên reş azadiyê pêşwazî dikin. Hin kes jî kêf, hezkirin û kelecana xwe bi hembêzkirina şervanan nîşan didin. Hemû kesên hatin rizgarkirin û azadkirin spasiyên xwe tînin ziman.