WAN – Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li Wanê di roja 2’emîn a Nobeta Wijdan û Edaletê de axivî û got: “Îşkenceya li Şemzînanê heke li Filîstînê biqewimiya, Erdogan dê bi gotina ‘Li birayên me misilman îşkenceyê dikin’ hemû cîhanê rakiribû ser piya.”
Nobeta Wijdan û Edalatê ya Wekîlên HDP’ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja duyemîn de didome. Wekîlan civîna çapemeniyê lidar xistin. Di daxuyaniyê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr têkildarî mijarên di rojevê de axivî.
‘TECRÎDA LI SER OCALAN LI SER HEMÛ GELAN E’
Baydemîr, bal kişandina ser tecrîda Rêberê PKK Abdullah Ocalan û got: “Tu kes nikare bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Ne parêzerên wî û ne jî malbata wî agahiyê jê nagirin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, belavî ser hemû Tirkiyê û gelan bûye. Hemû kes di bin vê tecrîda girankirî de ye.”
‘EM NEVIYÊN EHMEDÊ XANÎ NE’
Bayademîr destnîşan kir ku HDP ji bo hemû gelan têkoşînê dide meşandin û wiha domand: “Em azadiya gelên bindest dixwazin. Lê AKP’ê ji 2015’an ve welêt veguherandiye xwîna golê. Hemû pêkanînên li Tirkiyê pêk tên berhemên AKP û MHP’ê ne. Niha hemû Tirkiye di bin îzolasyon û tecrîdê de ye. Bi deh hezaran kes di girtîgehan de ye û Tirkiye veguheriye zîndanê. Îro li hin welatên cîhanê 50 hezar nifûsê wan hene lê li Tirkiyê 50 hezar siyasetmedarên kurd hene. Li gel hemû êrîş û tundiyê em ê li berxwe bidin. Heke ku ew neviyên Îsmet bin, em jî neviyên Ehmedê Xanî ne.”
ÎŞKENCEYA LI ŞEMZÎNANÊ NIHA LI FILISTÎNÊ BÛYA
Baydemîr bal kişand ser îşkenceyên di rojên dawî de zêde bûne û qewimandinên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û wiha pê de çû: “Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê li dijî girtiyên jin êrîş û tundiya bê ehlaqî pêk hatiye. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin û malbat agahî nagirin. Aha ev faşîzmek aşkere ye. Divê ku AKP demildest dev ji van polîtîkayên xwe berde. Îskender û Dehaqan nikaribû gelê vê axê dîl bigire, dê ji niha şûn ve jî nikaribin bigirin. Li gundê Şapatana Şemzînanê îşkenceya li gundiyan hat kirin hemû raya giştî dît. Aha ev hemû hevkariya AKP û MHP’ê ye. Hevkariya AKP û MHP’ê hevkariya gur û roviyan e. Îşkence li dayika 80 salî kirine. Îkenceya li Şemzînanê heke ku li Filîstînê biqewimiya, Erdogan dê bi gotina ‘Li birayên me misilman îşkenceyê dikin’ hemû cîhanê rakiribû ser piya.”
‘BAŞE DIJMANIYA SADDAM LI HOLÊ YE’
Baydemîr da zanîn ku AKP li ser dijminahiya kurdan siyaseta xwe dide meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet îro li dijî kurdan siyasetê dide meşandin. Bi navê Mertala Firatê hemû destkeftiyên kurdan asteng dikin. AKP berdewamiya Sykes Picot dixwaze. DAIŞ’iyên li Amed û Enqerê mirovan qetil kirin serbest tên berdan. Lê Brêz Selahattîn Demîrtaş ê aştîxwaz û biratîxwaz hêj di girtîgehê de ye. Ev jî xuya dike ku derdê AKP’ê tenê gelê kurd e. Di dîrokê de tu carî dijmanihiya li dijî gelê kurd bi ser neketiye. Dê ev dijminahî jî bi ser nekeve. Erdogan li Rîzeyê behsa êrîşên li dijî Efrînê dike. Başe dijminahiya Saddam Huseyîn a li dijî kurdan li holê ye. Komkujiya Saddam a li ser Helepçeyê wa her tiştî xuya dike. Hîroşîma bi bombeyên atomê dem û duz bû. Lê çawa li Hîroşîma faşîzmê hemû bajarên dan xerakirin ava bûn, bajarên Erdogan jî xerakirin Cizîr, Gever, Nisêbîn, Silopî û Şirnex jî dê bê avakirin. Em ê bi hev re biser kevin.”