Alayumat: Girtiyên lêgerina tazî qebûl nekirin hatin derpkirin

EDENE – Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê ku li şopandina nûçeyan hat girtin û sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin diyar kir ku li girtîgeha Tarsûsê girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derpkirin.

Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê ku li ser xeta sînorê Dîlok-Hatayê nûçe dişopandin di 27’ê tîrmehê de bi hinceta “Sirên dewletê yên nepen aşkere kiriye” hat girtin ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê bêyî hincet ew sirgûnî Girtîtgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin.

Alayumat bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û têkildarî girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan tên jiyîn agahî da. Alayumat wiha got: “Em 9 kes ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin. Di sewqê de tenê li ser min lêgerina tazî nekirin. 8 girtiyên din ku lêgerina tazî qebûl nekirin hatin derpkirin.”

Li aliyê din hat zanîn ku gelek girtî ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bêyî hincet nîşan bidin sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin.