Av û ceyran dîsa ji ser Sûrê qut kirin

AMED – Xerakirina malên li taxên Sûrê didomin. Rayedarên dewletê dîsa av û ceyrana ji ser Sûrê qut kirin. Welatiyên Sûrê bertekên xwe anîn ziman diyar kirin ku di germa havînê de qutkirina av û ceyranê li dijî mirovahiyê ye"

Xerakirina malan li taxên Sûrê berdewam dike. Di çarçoveya "Veguhestina Bajarvaniyê de" xerakirina malên li taxên Alipaşa û Lalebeyê berdewam dikin. Welatî li dijî xerakirinê di ber xwe didin. Lê rayedarên dewletê ji bo welatiyan ji taxan derxe av û ceyranê ji ser welatiyan qut dike. Piştî welatiyan bertên xwe anîn ziman ceyran û ava ku ji ser Sûrê qut kiribûn, Walitiyê dîsa biryar da û li ser biryara Walîtiyê av ji ser welatiyan qut kirin. Li ser fermana Walî DEDAŞ'ê ceyran ji ser welatiyan qut kir. Polîsan jî gefa “An hûn dê malên xwe terk bikin, an jî em dê av û ceyranê ji ser we qut bikin. Le ser fermana walî dîsa av û ceyran ji ser welatiyan qut kirin.

NE KARÊ MİROVAN E

Welatiyan bertek nîşanî biryara walîtiyê da û diyar kirin ku ev ne karê mirovan e. Pîra 90 salî Feslah Ayaz diyar kir ku ew ji tîna bimirin jî Sûrê bernadin û naçin. Ayaz, anî ziman ku hemû jiyana wê li Sûrê derbas bûye û bêyî sûrê naçe derek din. Tu kes vê zilmê qebûl nake û em jî vê zilmê qebûl nakin.

'WALÎ FERMAN DAYE'

Şêniya taxa Alipaşa Sabihe Encu jî diyar kir ku av û ceyrana wan qut kirine û wiha got: "Gelo misliman li mislman vê yekê dike. Polîs û yên DEDAŞ'ê hatin û gotin 'Walî got ceyranê qut bikin' Tên av û ceyrana me qut dikin û diçin. Ma ji me çi dixwazin. Ma dê mala me bi zorê ji me bistînin. Ma dê xaniyê me bi serê me de xera bikin. Di vê germa havînê de xanî xerakirin û qutkirina av û ceyranê di mirovan de cihê wê tune ye."