Dengê klamên dengbêjan ji Nobetê bilind dibe

WAN – Dengbêj jî piştgiriyê didin Nobeta Wîjdan û Edaletê û ji çalakiyê dengê klamên dengbêjan bilind dibe.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê di roja duyemîn de didome. Tevahiya rojê nobet hat ziyaretkirin. Dem bi dem di nobetê de dîmenên rengîn jî derdikevin holê. Çalakger komên tên serdanê pêşwazî dikin û li gel hev sohbetê dikin û li ser geşedanên di rojevê de nîqaş tên kirin. Dem bi dem dengbêj jî tên serdana nobetê û bi klamên xwe piştigiriyê didin nobetê. Dengbêjên ku piştevaniya xwe ya ji bo parlamenterên xwe aşkere dikin bi dengekî bilind û xweş klaman distrên.