ŞIRNEX - Ji duh ve şewata li Çiyayê Çiravê ku hatibû bombekirin didome.
Duh Çiyayê Çiravê ku di navbera Şirnex û Sêrtê de ye bi balafirên F-16'an hat bombekirin. Bombebaran saetekê domiya û pişt re balafir ji qadê dûr ketin. Li cihên hatin bombekirin şewat derket û ev şewat ji duh ve didome.
Her wiha şewata li çiyayên Cûdî û Gabarê jî, hîn didome.