Serokê Komeleya 78'an Esenturk: Kincên yektîpî belayeke ku ji darbekaran maye

ENQERE - Serokê Komeleya 78'an Huseyin Esenturk ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de yek ji wan kesên ku li dijî "kincên yektîpî" li ber xwe da wiha got: "Pêkanîna kincên yektîpî ew belaye ku ji îşkencekar û darbekaran maaye."

Pêkanîna "kincên yektîpî" ku Serokomar Erdogan careke din ew xist rojevê, tansiyon rakirin. Serokê Komeleya 78'an Huseyin Esenturk ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de yek ji wan kesên ku li dijî "kincên yektîpî" li ber xwe da, behsa vê pêkanînê kir.

'DERMANÊN NENASBAR DIDAN GIRTIYAN'

Esenturk, di dema 12'ê Îlonê de 3 salan li Girtîgeha Mamakê bi giştî 4 salan di girtîgehê de maye û bi gelek îşkenceyan re rû bi rû maye. Esenturk, diyar kir ku wê demê darbekaran digot "ew ê çawa ji derheqê çepgiran derkevin" û ji bijîşkan xwestine ku lêkolînan bikin û ev lêkolîn jî ji aliyê bişîşkên bi navê Turhan İtil û Ayhan Sondurak ve hatine kirin. Esenturk, anî ziman ku li girtîgehê bijîşkan dermanên nenasbar didan girtiyan û girtî wek kobay bi kar dianîn û bijîşkan di encama van pêkanînan de rapor amade kirine.

RAPORA KU ŞANDIN NATO'YÊ!

Esenturk, diyar kir ku bijîşkan ev rapor berpêşî NATO û darbekaran kiriye û di raporê de wiha hatiye gotin: "Ev çepgir hemû wek genetîk sûcdar in. Sûckirin sîrayetî genên wan kiriye. Hemû çepgir terorîst in. Divê tu van çepgiran heta 40 saliya wan di hundur de bihêlî û dê piştî 40 saliyê meyla wan a sûckirinê kêm bibe. Divê tu çepgiran li cem hev nehêlî. Divê tu wan têxî cem terorîstên cuda an jî bi tena serê xwe têxî hucreyê. Ev çepgir di şert û mercên herî zor de jî bi dozînên xwe yên hundurîn tevdigerin. Divê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku wek ku dixwazin bijîn û li xwe bikin. Li heman qawîşê mayîna girtiyên çepgir û rastgir encamên erênî didin der. Divê li girtîgehê perwerdehiyeke dîsîplînî bê dayîn."

'PIŞTÎ RAPORÊ KINCÊN YEKTÎPÎ HATIN FERZKIRIN'

Esenturk, diyar kir ku piştî raporê rêveberî tevgeriyaye û wiha axivî: "Piştî raporê li girtîgehan demidlest kirariya tevlîhev bike- li hev bîne dest pê kir. Çepgir û rastgiran xistin heman qawîşê û paşê girtîgehên Tîpa E'yê vekirin. Paşê gelek girtîgehên hucreyî hatin vekirin. Piştî vê pêkanîna kincên yektîpî hat ferzkirin. Dema pêkanîna kincên yektîpî hat ferzkirin berxwedan dest pê kir. Ji bo kincên yektîpî li xwe nekin hin hevalên me bi derpîk çûn dadgehan. Bi taybetî jî li Girtîgeha Metrîsê li dijî vê pêkanîna kincên yektîpî berxwedaneke cidî xwe da der. Li Mamakê jî greva birçîbûnê hat destpêkirin û 42 rojan domand."

DI 12'Ê ÎLONÊ DE PANTOR Û SAKOYÊ ŞÎN

Esenturk, anî ziman ku di dema 12'ê Îlonê de wî sirgûnî Girtîgeha Meletiyê kirine û ew li wir bûye şahidê ferzkirina kincên yektîpî. Esenturk, got ku modela ku wê demê dihat ferzkirin pantor û sakoyên şîn bûn. Esenturk, diyar kir ku wê serdemê şertê ketina qawîşê lixwekirina kincên yektîpî bû û ji ber ku wan ev ferzkirin qebûl nekiriye û heta demeke dirêj di hucreyê de mane. Esenturk wiha axivî: "Li wir awayê jiyanê, awayê li xwe kirinê ne mirovane bû. Ji ber ku bi kincên yektîpî dihat xwestin ku me têxin qalibekî, me ev yek qebûl nedikir."

‘ŞOREŞGER VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN'

Esenturk, anî ziman ku ferzkirin û pêkanîna kincên yektîpî ew bela ye ku ji îşkencekar û darbekaran maye. Esenturk, diyar kir ku ev mijar dubare li hemberî muxalif û şoreşgeran ketiye rojevê û wiha domand: "Şoreşger li dijî kincên yektîpî li ber xwe dane. Ji bilî wan tu kes li ber xwe nedaye. Wek niha. Niha dixwazin li girtîgehan girtî kincên yektîpî li xwe bikin. Dê şoreşger li dijî vê yekê derkevin. Çimkî ev yek kelepûra me ye. Ne bawerim ku dê faşît û FETO'yî li dijî vê yekê derkevin. Tayyip û hemû kesên ji vê jargonê dixwazin bi vê sepandinê bedeneke îtiatkar çêbikin."

'NE TÊ AQILÊ HÎTLER Û NE JÎ YÊ MÛSSOLÎNÎ'

Esenturk, dest nîşan kir ku hikûmet di ser 15'ê Tîrmehê re mexdûriyetek hilberand û dixwaze bi sepandinên antî-demokratîk emrê xwe dirêj bike. Esenturk got ku Tirkiye ber bi dema 12'ê Îlonê ve diçe û vê pêvajoyê wek dîktatoriyê nirxand. Esenturk wiha domand: "Niha pêvajoyeke darbeyê heye. Gelek sepandinên antîdemokratîk hene. Lê tiştên ku nedihatin aqilê Hîtler û Mûssolînî tên aqilê vî zilamî (Recep Tayyip Erdogan)."

Diren Yurtsever - dihaber