AMED - Rojnameger Melek Bozan a li Silêmaniyê civîna Kongreya Neteweya Kurd a di pêşengiya KNK’ê de pêk hat nirxand. Bozan, diyar kir ku li Silêmaniye rojeva sereke û yekane yekîtiya neteweya kurd e.
Di pêşengiya Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) de, li Silêmaniyê di navbera 15-16'ê Tîrmehê de civîna yekitiya kurd hat lidarxistin. Civîna yekîtiya kurd ji bo yekîtiya kurdan bû heviyek mezin. Di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn şere cîhanê yê 3’emîn pêş dikeve û krîza aborî, siyasî pêş dikeve kurd ji bo yekîtiyê û çareseriyê kom bûn. Piştî peymana Sykes-Picot axa kurdan bû çar perçe. Sed sal piştî peymanê kurd di sedsala 21’an de li hev kom dibin û ji nuve xebatên yekîtiyê pêş dixin. Kurd di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3'emîn de hêza 3'emin a herêmê ne. Kurd li Rojava, Şengal, Tirkiye, Îran, Herêmea Kurdistana Federe di qada siyasî, şer û dîplomasiyê de rolek sereke dilizin.
Kurd ji sala 2013’an heta niha ji bo yekîtiya kurdan pêş bixin di nava hewldanê dene. Pitî komxebatna Neteweya Yekîtiya kurd a li Silêmaniyê, hat plankirin ku kurd 6 meh şûnde disa bi tevlêbûna nûnerên li Iran, Tirkiye, Rojava, Ewropa û Herêma Kurdistana Federe komxebatek din pêk bînin. Di komxebata yekitiya Neteweya Kurd a li Silêmaniyê de nivîskar, rewşenbir, parêzer, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Têkildarî komxebata Yekîtiya Neteweya Kurd a li Silêmaniyê Rojnameger Melek Bozan çavdêriyên xwe parve kir.
‘ARMANC YEKÎTIYA KURD E'
Rojnameger Melek Bozan, anî ziman ku beşdarên komxebatê li ser sedemên nekombûna yekîtiya kurd nişên girîng meşandin û xwestin ji bo yekîtiya kurdan hewldan û xebat zedetir bibin. Bozan, anî ziman ku xebat û pirsgirêkên li Rojava, Tirkiye û Îranê hatin hiqaşkirin û yekem mijar û niqaşên di komxebata li Silêmaniyê de avakirina yekîtina neteweya kurd bû. Bozan, destnîşan kir ku piştî niqaşan li ser parastin û avakirina neteweya kurd biryar hatin stendin û wiha got "Li ser pirsên Yekîtiya neteweya kurd dê çapa bê avakirin? Dê bingehek çawa bê avêtin? Dê çawa çar perçeyên kurdistanê xwe tev li vê yekîtiyê bikin? û mijarên sereke niqaş hatin peşandin. Pirsgirêk û kêmasi hebûn. Lê pêşketin zêdetir bûn. Armanca sereke li gel hemû kêmasiyan pêşxistin û avakirina yekîtiya kurd bû. Hemû hevparên civînê di avakirin û parastina yekîtiya kurd de bûn yek fikir."
‘HEMÛ HEWLDAN JI BO YEKÎTIYÊ BÛN'
Bozan, destnîşan kir ku hin partiyên Kurdistanê tev li komxebatê nebûn û yek ji vana PDK bû û wiha berdewam kir: "Sedema ne tevlêbûna PDK'ê zextên Tirkiye û nexwestina yekîtiya kurdan e. Ji bo yekîtiya kurdan bê avakirin dê di demek pir kin de li 5 herêman dê biryara kongreyê bê dayîn. Ev biryar ji bo parastin û avakirina yekîtiya kurdan e. PDK dizane ku piştî yekîtiya kurd ava bibe nikare vê siyaseta xwe ya berê berdewam bike. Ger ku yekîtî bê avakirin dê pirsgirêkên çar perçeyên Kurdistanê ber bi çareseriyê ve biçin. Lê PDK tev li vê xebatê nebûn. Tevi vê yeke dîsa ji bo PDK'ê tev li xebatê bikin hewldan hebûn. Ji bo di komxebatên din de PDK tev li vê xebatê bibin dê hewldan bidomin.
'GEL JI BO YEKÎTIYÊ AMADE YE'
Bozan, destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê ji vê komxebatê gelek bi hevî ye û gel ji bo yekitiya kurd amade ye. Bozan, da zanin ku li çar perçeyan gelê kurd bi salan e yekitiya neteweya kurd dixwaze, lê partiyên siyasî ji bo vê yekê ne amade ne û wiha got: "Di komxebatê de ji bo parastina yekîtiyê helwestek hat girtin. Hat xwestin ku her kes ji bo Efrinê xwedî yek helwest be. Hat xwestin ku her kes ji bo Efrîne tiştekî bikin. Gelê Başur amade ye. Her kes di nava hewldanê de ye. Nûnerên partiyên kurdan ên Başûr di komxebata 2 rojan de li ser çareserî û yekîtiyê niqaş kirin. Li ser girîngiya yekîtiyê rawestiyan. Ji niha û şûnde ji bo yekîtiya neteweya kurd dê hevdîtinên giring bên kirin.
'JI PIRSGIRÊKÊ ZÊDETIR ÇARESERÎ HAT NIQAŞKIRIN'
Bozan, anî ziman ku ji pirsgirêk û kêmasiyên li Tirkiye, Sûriye, Îran û Sûriyeyê zêdetir, li ser çareseriyê, rê û rêbazên çareseriyê niqaş hatin pêşxistin û wiha berdewam kir. "Her dem li dijî yekîtiya kurdan astengî hene. Yên yekîtiya kurdan naxwazin li ser PDK'ê zextan dikin û PDK dikişînin nava lîstikan. Li Îranê jî ev lîstik li ser YNK'ê tê lîstin. Pirsgirêka Kerkuk û Mûsilê heye. Li ser hemû pirsgirêkên heyî niqaşên lêgerîna çareseriyê hatin kirin. Ji pirsgirêkan zêdetir niqaşên li ser çareseriyê hatin kirin.
'REFERANDUM NABE ÇARESERÎ'
Bozan, bal kişand ser referanduma li Başur di 25'ê Îlonê de pêk bê jî û wiha got: "Li Başur qeyrana aborî pir zêde ye. Dîsa nediyariya siyasî heye. "Di nava gel de nakokiyên li ser referandumê hene. Gelo dê referandum çiqasî ji pirsgirêka aborî re bibe çareserî. Dê çiqasî pirsgirêka siyasî û yekitiyê pêş bixe dipirse. PDK bi tena serê xwe ev biryar da. Pir zahmet ku ku referandum qeyrana siyasî û aborî ya li herêmê çareser bike."