STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 678’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve 678 care parêzer serî li dozgeriyê didin.
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re Jİ 27’ê tîrmeha 2011’an ve 677’an caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” hatin astengkirin.