ENQERE – Çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” di roja 275’emîn de didome. Çalakiya ji bo Gulmen û Ozakça xwest li Abîdeya Mafê Mirovan çalakî li dar bixin carek din detûr nehat dayîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriey Gulmen û Semîh Ozakça ya ji bo vegerin karê xwe dabûn destpê kirin di roja 155’an de didome. Çalakiya ji bo piştevaniya Gulmen û Semîh a “Em karê xwe paş de dixwazin” jî di roja 275’an berdewam dike. Çalakger wek her roj li Kolana Konur kom bûn û xwestin biçin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî lidar bixin. Lê polîsan destûr neda.
‘NUIYE Û SEMÎH RÛMETA ME NE’
Li ser destûr nedayînê çalakger li qada kolana Yuksel û Konur ku digîhîjin hev pankarta “Nuriye û Semîh 155 roje di greva birçîbûnê de û bila Nuriye û Semîh serbest bên berdan” vekirin û sloganên “Nuriye û Semîh rûmeta me” û “Em kedkarin mafdarin em ê biserkevin” berz kirin. Polîsan xwest dengê sloganên çalageran bi megafonan qût bikin lê dengê magafona polîsan têr nekir. Polîsan bi çalakgeran bi dafdanê bir Kolana Konurê.
'MUDAXELYA BI ZORÊ DÊ WAN ASTENG BIKE’
Ji çalakgeran Mehmet Yilmaz axaftinek kurt kir û wiha got: “Ji bo ku Nuriye û Semîh mafdarin em li cem wanin. Me agahiya dê bi zorê mudaxeleyî Nuriye û Semîh bikin sitend. Heke ku bi zorê mudaxeleyî Nuriye û Semîh bikin, dê her du perwerdekar jî asteng bimînin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”