STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 678’an jî ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana 678’an jî ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin.
Serlêdana hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.