Nûçegihana me Altan hat binçavkirin

MÊRSÎN - Nûçegihana me Berivan Altan bi hinceta der barê wê de biryara girtinê heye li Mêrsînê hat binçavkirin.

Nûçegihana me Berivan Altan li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di dema venêrîna rê de hat binçavkirin. Bi hinceta dosyeyeke ku der warê wê de hatiye vekirin Altan hat binçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Tece'yê. Hat diyarkirin ku dê Altanê bibin Şaxa TEM'ê ya Mêrsînê.