ÎZMÎR - Nobeta Wijdan û Edaletê herî dawî dê li Îzmîrê bê girtin. Ekolojîstên li Îzmîrê ji bo nobetê xwest her kes ji bo xwedîliderketina xweza, pêşeroj, ax, av û jiyanê di nobetê de cihê xwe bigirin.
Piştî Amed, Stenbol û Wanê, dê HDP'ê herî dawî Nobeta Wijdan û Edaletê li Îzmîrê bigire. Ekolojîstan jî diyar kir ku ji bo dawî li komkujiya xwezayê bê ew ê jî di nobeta ku dê 15'ê Tebaxê dest pê bike de cihê xwe bigirin.
‘JI BO RAWESTANDINA TEXRÎBATA XWEZAYÊ EM Ê LI QADAN BIN'
Ekolojîst Erol Çakir, anî ziman ku nobeta HDP'ê nobeteke girîng e. Çakir, bi bîr xist ku ji 9 madeyên çalakiyê yek jê jî têkoşîna mafên derdor û ekolojîk in. Çakir, diyar kir ku bi KHK û OHALê re mafên ekolojîk jî ji holê hatine rakirin û her wiha biryarên erênî ku berê ji bo derdorê hatibûn dayîn jî êdî nayên sepandin. Çakir wiha got: "Texrîbata derdor û xwezayê, pêşkeşkirina wan a ji bo kapîtalîzm û sermayeya mezin, helbet bû sedem ku divê em di nav çalakiyên Wijdan û Edaletê de cih bigirin."
Çakir, da zanîn ku texrîbata ekolojîk tenê ne li bajarê ku ew lê dijîn çêdibe û wiha axivî: "Polîtîkaya şerî ya li herêmê, şewitandina darsitanan û texrîbatên li Sûrê dilê me diêşîne. Li dijî pêkanînên li herêmê tên kirin li vir çi ji destê me bê em ê bikin û bitêkoşin."
Çakir, anî ziman ku di warê parastina jiyanê de Nobeta Wijdan û Edaletê zaf girîng e û ji bo ew xwedî li xweza, ax, av û jiyanê derkevin ew ê bitêkoşin.
‘EM Ê BI DIRÛŞMEYA 'DEST NEDE QADA JIYANA MIN' LI QADÊ BIN'
Ekolojîst Tîmûr Taşdemîr diyar kir ku, li Tirkiyeya ku hîn jî şoreşa wê ya demokratîkbûyînê pêk nehatiye ji avakirina koamrê heta niha têgeha edaletê rast esas nehatiye girtin. Taşdemîr, dest nîşan kir ku feraseta dewletê ya edaletê ew e ku "dewletê li hemberî ferdan diparêze". Taşdemîr, diyar kir ku çalakiya ku HDP'ê daye destpêkirin zaf girîng e.
Taşdemîr, dest nîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bi awayekî hovane xwezayê qetil dike û wê pêşkeşî rantê dike. Taşdemîr wiha axivî: "Em ê bi dirûşmeya 'dest nede qada jiyana min' di nobetê de cih bigirin. Yanî em ê qadên xweza û jiyanê biparêzin. Her wiha dema em li bername û duzenameya wê dinihêrin em dibînin ku tekane partî HDP ye ku girîngiyê dide ekolojiyê û meclîsên ekolojiyê ava kirine. Divê ekolojîst di nav vê çalakiyê de cihê xwe bigirin."
Ekolojîst Ertûgrûl Barka jî, diyar kir ku ji bo ekolojîstan wijdan û edalet girîng e û ew ê tevî daxwazên xwe di nobetê de cih bigirin. Barka, anî ziman ku ji bo xwe mezin bike sermaye tenê wek unsûrên metayî li xwezayê û çavkaniyên jiyanê dinihêre û wiha axivî: "Bi awayekî bêwijdan êrîş dike. Ji ber vê ye ku ev nobet ji bo me girîng e. Civaka mirovan bêyî xwezayê nikare bifikire. Li rojavayê Tirkiyeyê qadên sermayeyê dişewitin. Bi awayekî hovane êrîşî qadên jiyanê dikin. Xwezayê dikin meta."
Barka wiha got: "Em ê li dijî êrîşên li hemberî xweza, jiyan û ekosîstemê tevlî nobetê bibin."