Şêniyên ceryana wan hat birîn: Em wan hewaleyî wijdanê wan dikin

AMED -Rûxandina li Sûrê ya di bin navê veguherandina bajêr de hat derxistin didome. Her wiha ceryana kuçeyên ku hîn teblîxata rûxandinê ji bo wan nehatiye şandin jî hat birîn. Nişetcihên di vê kelekela havînê de bê ceryan man wiha bertek nîşan dan: "Em wan hewaleyî wijdanê wan dikin."

Li navçeya Sûrê ya Amedê bi biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" ku di bin navê "veguherîna bajêr" de hat dayîn, tê xwestin ku welatiyên li taxên Alîpaşa û Lalebeyê ji malên xwe derkevin. Li cihê kesên ku malên wan hatine valakirin rûxandin didome û her wiha kesên ji ber rewşa xwe ya aborî nikarin biçin cihekî din jî bê ceryan hatine hiştin. Li Kuçeya Belê ya Taxa Alîpaşayê ku hîn daxilî nav rûxandinê nehatiye kirin, ev 2 roj in ceryan tune ye.

‘EV DU ROJ IN DÎSA CERYANA ME QUT KIRINE'

Havva Kaya anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê mala xwe nede û wiha got: "Bi rûxandinê re em zaf tengijîn. Bi taybetî jî havînê zaf germ e. Ji xwe di meha Remezanê de mehekê ne ceryan ne jî av hebû. Dema ceryanê dibirin xwarin xera dibin û bêhnê didin. Tenê Xwedê dizana ka em çi dikişînin. Me rojîtî wisa derbas kir. Xwedê heqê me nehêle. Ev du roj in dîsa ceryan birîne. Dema rojê 2 saet ceryan hebe ew roj em xwe bi siûd hîs dikin."

‘ÊDÎ EM JÎ NIZANIN EM Ê GILIYÊ KÊ BIKIN'

Emîş Mûtlû (80) jî anî ziman ku ji meha Remezanê heta niha tim ceryan û ava wan tên qutkirin. Mûtlû, got ku zêdeyî 50 sal in ew li Sûrê dijî û ew tu carî bi muameleyeke wisa dermirovî re rû bi rû nema ye. Mûtlû, dest nîşan kir ku bi tu awayî ew ê bi paş ve gav neavêjin û wiha bang kir: "Min zaf kişand. Dema li Licê erhej çêbû, em mecbûr man bên Sûrê. Li vir bi salan me û mirovên wek me hejar me jiyana xwe bi hev re parve kir, lê ji ber van pêkanînên dawî mirov ji mirovatiya xwe şerm dike. Di meha Remezanê de jî me bê av hiştin. Ez miroveke extiyar im. Tu merciyeke ku mirov serî lê bide tune ye. Ma me yê kî giliyê kê bikirana! Bila dest nedin av û ceryana me."

‘BI BIRÎNA CERYANÊ DIXWAZIN ME CEZA BIKIN'

Mûtlû, dest nîşan kir ku ew û hevjînê xwe bi tenê dijîn û ew cîranên xwe wek ku merivên hev bin bi hev re dijîn. Mûtlû wiha bertek nîşan da: "Em naxwazin mala xwe bidin. Di kîjan pirtûkê de heye ku mirovên wek me extiyar bi zorê ji malên wan derdixînin. Em ji kesî tiştekî naxwazin. Yekane daxwaza me ew e ku bila me ji malên me û taxa me dernexînin. Ev rewş heqaret e. Em mirovên 80 salî ne. Dema ceryan tê birîn av jî tê birîn. Çongên min nagirin. Ez nikarim avê bikişînim. Bi birîna ceryanê dixwazin me ji malên me derxînin. Em ê biçin kuderê, tiştek ji destê me nayê."

Welatiya bi navê Saîme (50) anî ziman ku, mala wan daxilî nav veguherîna bajêr nehatiye kirin, lê dîsa jî ew bi pirsgirêkên av û ceryanê re rû bi rû dimînin. Saîme, diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin ku wan ceza bikin û ev hefteyeke xweşikî ne av û ne jî ceryana wan heye. Saîme wiha domand: "Ceryan tune ye. Av jî heke rojekê hebe 2 rojan tune ye. Xwarinên me xera dibin. Em mirovên feqîr in. Me bi zor û heft bela ev xanî çêkirin û niha ji bo ji me bistînin her tiştî dikin. Ev serokeke çawa ye! Serokatiya zilmê dike an jî ya dilvîniyê? Hîn jî min fêm nekiriye!"

‘QEY MIROVATÎ NEMA YE!'

Welatiyê bi navê Altûn Kortepe jî, anî ziman ku ew naxwazin ji Sûrê biçin û ev meheke tim av û ceryana wan tê birîn. Kortepe, da zanîn ku ev du roj in ku ceryana wan bi temamî hatiye qutkirin. Kortepe, anî ziman ku li malê zarokên biçûk hene û ev yek bandorê li wan dike. Kortepe wiha axivî: "Em jî tevî zarokan li kuçeyan rûdinên. Ji bo em hênik bibin em li ber deriyan rûdinên. Ji ber germahiyê zarok nexweş dikevin. Kesên vê zilmê ji bo me rewa dibînin bila rojekê werin bê ceryan û av îdare bikin. Heke karibin îdare bikin em ê jî îdare bikin. Em malbateke xizan in. Gotina derkevin rihet e, lê em ê biçin kuderê? Nikarim heqê kirê bidim, kesekî min ê ku bixebite tune ye. Xwedê ji wan ne razî be. Ma qey qet mirovahî nema ye."