Asansorên berastengan ya Nexweşxaneya Erxeniyê jî bi etîketa sor in

AMED - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê ku tim bi skandalan di rojevê de ye, vê carê jî li gel asansorên din asansorên berastengan jî bi etîketa sor in û asansorên nexweşxaneyê naxebitin.

Hikûmeta ku tim behs dike ew di warê tenduristiyê de xizmetan dike, di dema merasîma vekirina nexweşxaneyan de jî kirinên xwe bi awayekî pirole dide der ku ne li erş û ne jî li ferş cih namîne ku bi cih bike. Rayedarên hikûmetê ji avêtina hîmê nexweşxaneyan heta înşeata wan jî tim, li ber wan pozan didin. Lê belê pişt re xwe li hemberî pirsgirêk û kêşeyan li nedîtin û nebihîstinê datînin. Yek ji van nexweşxaneyên bi arize jî Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê ye. Ev nexweşxane di sala 2012'an de hat vekirin, lê belê bi mehane hemû asansorên wê naxebitin û li ser hemûyan etîketên sor hene.

WELATIYÊN BERASTENG MECBÛRÎ NÊRDEWANAN DIKIN

Ji ber ku asansorên li nexweşxaneya dewletê bi rîsk in, Odeya Endezyarên Makîneyê etîketên sor li ser wan xistine û her wiha her çi qas dem bi dem asansorên berastengan arizeyan derdixin, dîsa jî tên xebitandin. Hemû welatiyên diçin nexweşxaneyê ji mecbûrî nêrdewanan bi kar tînin û ev rewş herî zêde extiyar û berastengan ditengijîne. Berastengên ku dûr û dirêj li ber asansoran disekinin, bi alîkariya xizmên xwe derdikevin qatên din.

Erkan Polat ku bapîra xwe bir nexweşxaneyê, nexwest dîmenên wî bên kişandin û bapîra xwe li ser pişta xwe kir û bir qatê duyemîn. Her wiha asansora berastengan ku dem bi dem arizeyan dide der û her çi qas etîkata sor jî li ser hatibe xistin tê xebitandin.

SERBIJÎŞK DI BÛYERA ÎSTISMARÊ DE JÎ DI ROJEVÊ DE BÛ

Li vê nexweşxaneya ku asansorên wê talûkeyê didin der, desteya tenduristiyê jî li jêrzemînê ye. Welatiyên ku dema diçin desteya tenduristiyê pêrgî odeyên ku bermayiyên kîmyewî lê ne tên. Li gel ewqas pirsgirêkan jî nayê zanîn ku ka rêveberiya nexweşxaneyê çi dike. Her wiha serbijîşkê heman nexwexaneyê di bûyereke îstismara zayendî de hewl dabû ku ser bûyerê bigire.

DI VENÊRÎNA DAWÎN DE JÎ ETÎKETA SOR NEHAT RAKIRIN

Têkildarî mijarê me bi rayedarên Odeya Endezyarên Makîneyê re hevdîtin çêkir. Rayedaran diyar kir ku divê bi vî halê xwe yê heyî asansor neyên xebitandin, heke bên xebitandin hemû berpirsiyarî ya rêveberiya saziyê ye. Rayedaran, da zanîn ku herî dawî wan di meha Gulanê de venêrîna asansorên Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê kiriye û wan etîketa sor ranekiriye. Rayedaran, anî ziman ku wan rapora rîskê ya asansoran şandiye şaredariyê û rayeya mohrkirina asansoran ne di dest wan de ye.