AMED - Li gundê Taya yê Erxeniyê li ser mêrga ku ji bo sewalvaniyê dihat bikaranîn, du ocaxên keviran hatin çêkirin. Ji van ocaxan yek jê hîn jî xebatên xwe didomîne û ya din jî piştî ku karê xwe qedand, talana xwe wisa hişt û derbasî gundê kêlekê bû.
Dema mirov ji Amedê diçe Erxeniyê seranserê rê gelek ocaxên keviran li ber çavê mirovan dikevin. Lê belê ji bilî keviyên rê li nav derdorên hundurîn jî gelek ocax hene û ev yek mêrgên ku çavkaniyên sewalvaniyê ne tarûmar dikin. Yek ji van gundên ku ocax lê ne jî gundê Tayayê ye. Li ser tekane mêrga gund ku çavkaniya sewalvaniyê ye, du ocaxên keviran hatine çêkirin.
LI SER MÊRGA HEVPAR A GUND DU OCAX
Li vî gundê ku bi qasî 15 kîlometreyan dûrî Erxeniyê ye û li rojhilatê navçeyê dike, 40 mal hene û gund debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dike. Li vî gundî tekane cihê çêreya heywanan jî bi qasî 2 kîlometreyan li bakurê gund dikeve. Ev mêrga ku çavkaniya debarê ya gundiyan e, ji ber ku kalker lê heye pêşkeşî patronan hatiye kirin û niha bi tunebûyînê re rû bi rû ye. Li qada mêrgî 2 caxên keviran hene.
QANÛN DI XEMA KÊ DE YE!
Li gor qanûnê dema xebatên madenê bên kirin divê xebat li gor derdorê bên kirin. Yanî ji hêlekê tê xwestin ku birûxîne û ji hêlekê jî tê xwestin ku çêbike. Lê belê, dema mirov digihê cihên ku ocax lê ne talan bi awayekî aşkere dixuyê. Ji bo riya kamyonên hafriyatê darên ku temenên wan herî kêm 50 sal in hatine jêkirin.
PIŞTÎ KAR QEDIYA ÇÛ
Dîsa li gor heman qanûnê dema kar biqede divê xwediyê kar cihê ku kar lê kiriye bike wek berê. Lê belê ji du ocaxên li gundê Tayayê yek jê piştî qedandina karê xwe makîneyên xwe hilgirtine û çûye. Li pişt xwe jî rûxandin û talanek mezin hiştiye. Ocaxa dinê jî ji sala 2012'an ve li ser mêrgê dixebite.
Tê derpêşkirin ku ev ocax bi tu awayî nayên kontrolkirin. Li gor vegotinên gundiyan, ekîpmanên ji bo venihêrînê tên qet naçin hundurê ocaxan, tevî xwendiyên ocaxan li restorantan rûdinên û îmzeyan davêjin. Welatiyê bi navê Metîn Polat ku li gund sewalkariyê dike, anî ziman ku ew havînê li nav pirêzeyan heywanên xwe diçêrîne, lê belê ji ber ku gundî pirêzeyan dişewitînin cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne tune ye.
‘AVDANÎ NAYÊ KIRIN'
Polat wiha axivî: "Bi salane sewalvaniyê dikim. Li gund cihekî ku heywanên xwe lê biçêrînim nemaye. Divê bi kîlometreyan biçim. Em nikarin biçin cihên bi dehl, her der di nav toz û duxanê de ye. Dema heywan gihayê bi toz dixwe nexweş dikeve. Her wiha em dixwazin biçin nav pirêzeyan, lê gundî jî pirêzeyên xwe dişewitînin. Me bîstan çand, biçin lê binihêrin ji tozê naxuyê. Em mecbûr dimînin her tiştî ji bazarê bikirin. Darên min ên sêvan ku her sal min bi qasyan sêv ji wan jêdikirin, ji ber tozê kulîlkên xwe weşandin."
Polat, der barê xebatên venêrînê yên ocaxên keviran de jî ev tişt gotin: "Venêrîna çi halê çi! Kî venêrîna kê dike. Ev hemû li hev kirine. Bi salane li vir im, min nedîtiye ku evdekî Xwedê hatiye û ji vana re gotiye ka hûn çi dikin. Rojê herî kêm 100 kamyon di riya ber baxçeyê min re derbas dibin. Baxçe di nav toz û duxanê de maye. Yanî rê şil bikin dê wisa nebe."
Gundî hay jê heye ku piştî çend salan ew ê qet nikaribin heywanên xwe biçêrînin, lê belê qanih bûne ku tiştek ji destê wan nayê. Gundî wisa difikirin heke ew dengê xwe bikin dê xwediyên ocaxan ciwanên betal ên gund ku xistine kar ji kar derxînin.