DERSIM - Şev nîvê şevê zêdeyî 20 maşineyên zirxî leşker sewqî Qereqola Amutka ya Hozatê kirin.
Li navçeya Hozatê ya Dersimê saet di 01.00'an de zêdeyî 20 maşineyên zirxî leşker sewqî qereqola Amûtka ya li geliyê Alibogazi dinere kirin. Hefteya borî jî dema leşker sewqî qereqolê kiribûn, leşkeran daristan dabûn ber agir û daristan şewitandibûn. Şewata daristanê di dîmenan dijî dihat xuyakirin.