Jinên girtî bi taştêyê piştevaniya nobetê kirin

WAN – Li ser navê jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, taştê îkramî çalakgerên Nobeta Wijdan û Edaletê kirin.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja 4’emîn didome. Parlamenterên di çalakiyê de serê sibê bi paqijiya derdorê dest bi roja xwe kirin. Wekîlan bi malbatên jinên girtî re yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê taştê xwarin.

Li ser navê girtiyan Bêrîvan Saglam Bariştiran taştê amade kir û peyama Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xecê Bariştiran parve kir. Bariştiran dilsozî û piştevaniya jinên girtî ya ji bo nobetê şand ji çalakgeran re.