KESK, DÎSK, TMMOB û TTB: Gulmen û Ozakça demildest berdin

STENBOL – KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir û xwestin ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 156 roj in di greva birçîbûnê de demildest bên berdan.


KESK, DÎSK, TMMOB û TTB bi boneya balê bikişînin ser rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 156 roj in di greva birçîbûnê de li avahiya Odeya Tabîbên Stenbolê (ÎTO) civîna çapemeniyê lidar xistin. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Serokê Konseya Navenda TTB Prof. Dr. Raşît Tukel û Serokê Lîjneya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz beşdarî civînê bûn.

LI ŞÛNA TÊKOŞÎNA DARBEYÊ OHAL ÎLAN KIRIN

Prof. Dr. Raşît Tukel, li ser navê sendîka û odeyan daxuyaniya hevpar wend û da zanîn ku piştî darbeya 15’ê tîrmehê li şûna AKP gavên demokratîk biavêje lê di 20’ê tîrmehê OHAL da îlan kirin. Tukel bibîr xist ku heta îro 2 hezar endamê DÎSK’ê, 3 hezar 942 endamên KESK’ê, bi ser 3 hezarî endamên TMMOB’ê û 3 hezar û 315 hekîm hatine îxrackirin.

BIRYARA DMME'YÊ SOSRET E

Tukel behsa têkoşîna Gulmen û Ozakça kir û got: “DMME'yê ji bo Gulmen û Ozakça biryarek sosret da. DMME'yê biryarê di çarçoveya hiqûqî de ne nirxandiye. Mîna ku Gulmen û Ozakça hikûmwaribin ji aliyê dadgeha Tirkiyê û DMME'yê ve tên cezakirin. Em li bendê ne ku DMME'yê biryarê carek din di ber çavan re derbas bike û biryarek nû û hiqûqî bide.”

'DANEZANA TOKYO Û MALTA RÊ DIDE NÎŞANDAN’

Tukel rewşa Gulmen û Ozakça bibîra Wezaretên Edalet û Tenduristiyê û hemû hekîm û xebatkarên tenduristiyê xist û got: “Greva birçîbûnê ne nexweşiyeke. Divê ku ku Gulmen û Semîh baş bên tedawîkirin. Danezana Malta û Tokyo ya Yekîtiya Tabîbên Cîhanê di vê mijarê de rê û rêbazan nîşan dide.” Tukel destnîşan kir ku pêwîste hemû şert û mercên Gulmen û Ozakça li nexweşxaneyê bên sererastkirin û divê dermankirina wan baş bê kirin.

Tukel anî ziman ku divê Gulmen û Ozakça demildest bên tahliyekirin û wiha domand: “Pêwîste dawî li OHAL’ê bê anîn. KHK bên betalkirin. Gulmen, Ozakça û xebatkarên cemaweriyê yên bêhiqûq û bêheq hatine îxrackirin paş de bigirin karê wan.”

DAXWAZA HEVDÎTINÊ

Piştî Tukel, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku wan têkildarî rewşa Gulmen û Ozakça ji Wezareta Dadê hevdîtin daxwaz kirine û heta niha ji wezaretê tu bersiv ji wan re nehatiye.