Çalakiya Yukselê 276 roj in didome: Kolan ên me ne

ENQERE – Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 267’emîn de didome û piştevanê Gulmen û Ozakça jî bi slogana “Polîs biceheme kolanên me ne” bertek nîşanî mudaxeleya polîsan dan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakç yên li Nexweşxaneya Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di roja 156’êmîn didome. Piştevanê Gulmen û Ozakça jî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 276’emîn de li heman cihî dewam kirin. Çalakvan wek her rojê ji bo li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî lidar bixin li Kuçeya Konur kom bûn. Polîsan destûr neda ku çalakger biçin ber Abîdeya Mafê Mirovan.

‘KOLAN ÊN ME NE’

Çalakgeran pankarta “156 roje Nuriye û Semîh di greva birçîbûnê de ne, bila bên berdan” vekir û sloganên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin, mafdarin û biser bikevin” berz kirin. Polîs li dijî vekirin pankart û berzkirina sloganan çalakger dorpêç kir û wan ji Kuçeya Konur dûr kir.

Çalakgeran li dijî zordestî û helwesta polîsan bi slogana “Polîs biceheme kolanên me ne” bertek nîşan dan.