Serşêwirmendê çû gund lê welatiyên îşkence dîtine ziyaret nekir

COLEMÊRG – Serşêwirmendê Serokwezîr Binalî Yildirim, Adnan Înanç piştî pêkanîna îşkenceya gundê Şapatanê û bi keya û meleyê gund re hevdîtin kir û ji gund veqetiya. Kesên îşkence li wan hat kirin diyar kirin ku heya wan jî ji hatina serşêwirmend çênebûye.

Piştî îşkenceya li gundê Şapatana Şemzînanê ya Colemêrgê bi riya çapemenî û medya civakî belav bû, Serşêwirmendê Serokomar Binalî Yildirim Adnan Înanç şandin gund. Serşêwirmend ê ku duh di saetên êvarê de çû gund bi keya, mele û komek hilbijartin re hevdîtin pêk anî. Înanç bêyî ku kesê rastî îşkenceyê hatine ziyaret bike ji gund veqetiya.

Hat zanîn ku Înanç bi polîsên tîmên taybet ên li gundiyan îşkence kirine çûye gund û di hevdîtina de gotiye “Tişta pêwîst çi be dê bê kirin.”

Hat zanîn ku Înanç bi tu awayî nexwestiye li kesên rastî îşkenceyê hatine guhdar bike ji gund vegeriyeye. Welatiyên rastî îşkenceyê hatin diyar kirin ku heya wan jî ji hatina Înanç a gund çênebûye û hevdîtin bi formalîte bûye û ew ne li benda tu encamekê ne jî.