Jinên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li dijî îşkenceyê porên xwe qusandin

WAN – Jinên girtî yên li Gîrtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane rastî îşkenceyê tên ji bo bi porên wan neyê girtin porên xwe qusandin. Parêzer Sevda Aydin destnîşan kir ku muwekîlên wan ên jin rastî derpkirin, êrîşa zayendî û îşkenceyê hatine.

Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi angaştên îşkenceyê tê rojevê. Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Parêzer Sevda Aydin a ku bi jinên girtî yên rastî derpkirin û îşkenceyê hatine re hevdîtin kiriye destnîşan kir ku 25-30 jin girtî yên birîndar bûne ranekirine nexweşxaneyê û hin jin jî rastî êrîşên zayendî hatine. Endamên Komisyona Girtîgehê ya Baroya Wanê ku xwestin li girtîgehê lêkolînê bikin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin.

‘RANEKIRINE NEXWEŞXANEYÊ’

Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku îşkence li ser serlêdana malbatan derketiye holê û got: “Roja bûyerê hevdîtina me ya bi muwekîlên me re li dij hiqûqê hat astengkirin. Roja din me bi hin muwekîlên xwe re hevdîtin kir. Li ser bedena hin muwekîlên me şopên îşkenceyê hebûn. Li gorî me agahî ji muwekîlên xwe girtin bûyer li ser kêfiyeta rêveberiya girtîgehê derketiye. Ev hemû ewil li koxûşên jinan dest pê dike û pişt re belavî koxûşên din jî dibe.”

‘HEQARET, DERP Û ÊRÎŞA ZAYENDÎ’

Aydin da zanîn ku jinên girtî hem rastî êrîşa fizîkî û hem jî rastî êrîşa gotinên kirêt hatine û wiha domand: “Jin ji qata jorê hatine derpkirin û bi erdê re kaşkirine xwarê. Nêzî 25-30 jin hatine birîndarkirin. Sewqa wan a nexweşxaneyê jî çênekirine. Beden û rûyê wan reş û şîn kirine. Jinan li dijî por girtina wan ku bi erdê re kaşkirin, porên xwe qusandin.” Aydin hişyariya dê her ku biçe êrîş û xetereya li girtîgehan zêde bibe kir.

‘BI ERDÊ RE HAT KAŞKIRIN’

Bavê Saîme Afşîn a girtî Îhsan Afşîn destnîşan kir ku keça wî bi porê wê girtine û bi erde re kaşkirine û sewqa wê ya nexweşxaneyê jî nehatiye kirin. Bav Afşîn got ku di hevdîtina têlefonê ya dawî de keça wî ji wan re gotiye ku ceryan û av jî hatiye qûtkiri.

MIDÛR ÎŞKENCEYÊ QEBÛL KIRIYE

Endamê Komîsyonê parêzer Cahît Kutluk jî got ku serokê baroya wan bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kiriye û midûrê girtîgehê îşkenceya li ser girtiyan qebûl kiriye.