TRABZON – Li çoltera Maçkayê pevçûn derket. Di pevçûnê de herî kêm çawîşekî pispor birîndar bû.
Li çoltera navçeya Maçka ya Trabzonê li dijî leşkerên derketin operasyonê êrîş pêk hat. Di êrîşê de herî kêm çawişekî pispor birîndar bû. Hat ragihandin ku operasyon berdewam dike.
Di 16’ê Gulanê de leşker derketibûn operasyonê û dîsa êrîş pêk hatibû û çawîşek pispor jiyana xwe ji dest dabû. Sala par di 19’ê Tîrmehê de dîsa li heman navçeyê pevçûn derketibû û 3 polîs jiyana xwe ji dest dabûn û 3 polîs jî birîndar bûbûn.