ENQERE- Endama Egîtîm Sen'ê ku beriya darbeyê li gundekî cerdevanan hat peywirdarkirin, li dibistana seretayî ya gund pergala 'Hevserokatiya Polê' sepand. Piştî mamosteya Egîtîm-Sen'î hat îxrackirin, li dibistanê dawî li vê sepandinê jî hat. Ji ber ku hevserokatiya polê ji holê hat rakirin, xwendekarên keç bertek nîşan dan.
Li gor agahiyên bi dest ketin, endama Egîtîm-Sen'ê Keskîn Bayindir ku berî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Dibistana Gundê Batikarakoç ê navçeya Rezan a Amedê hat peywirdarkirin, ji bo wekheviya zayendî bide der gavek girîng avêt. Di heman demê de mamoste Bayindir li vî gundê cerdevanan xwe da qebûlkirin û li vî gundî 3 salan mamostetî kir. Di dema mamostetiya xwe de li dibistanê 'Hevserokatiya Polê' xist meriyetê. Bayindir ku li poleke 16 xwendekarî mamostetî dikir, diyar kir ku ji bo di nav xwendekaran de feraseta wekheviyê çêbibe wê serî li riyeke wisa daye. Bayindir, diyar kir ku wê di dema mamostetiya xwe de perwerdehiya wekheviya zayendî ya civakiyî jî dida xwendekaran.
Lê belê, piştî ku Bayindir bi KHK'ê hat îxrackirin, li dibistanê dawî li sepandina "Hevserokatiya Polê" jî hat. Bayindir, diyar kir ku piştî ew hatiye îxrackirin mamosteyekî bi heq tayînî dibistana gund hatiye kirin û wiha domand:
“Ew mamoste jî ji wî gundî ye. Dema dest bi kar dike dixwaze serokê polê diyar bike. Lê belê hemû xwendekarên me yên keç radibin ser piyan û dibêjin 'li pola me pergala hevserokatiya polê heye' û îtirazî ya mamoste dikin. Ew mamosteyê ku hayê wî ji pergala hevserokatiyê tune ye, di dema dersê de ji mamosteyên din dipirse. Mamosteyên din jî dibêjin hevala me ya mamoste ev pergal berpêşî xwendekaran kiriye."
GIRÎNGIYA MAMOSTEYÊN EGÎTÎM-SEN'Î
Bayindir, anî ziman ku ew sepandin hatiye rakirin û derbasî serokatiya polê bûye û di vî warî de balê kişand ser girîngiya mamosteyên Egîtîm-Sen'î. Bayindir wiha axivî: "Li gel pergaleke wisa paşverû jî, dema mamosteyên Egîtîm-Sen'î dikevin polê înîsiyatîfê werdigirin û di warê gihandina ferd û civakiyî de xwendekaran digihînin û nirxên wekheviya zayendî ya demokratîk esas digirin û li gor wê perwerdehiyê didin."
‘RÊZ NÎŞANÎ ME DIDAN'
Bayindir, anî ziman ku wan bi pratîka xwe, xwe li gundê cerdevanan jî daye qebûlkirin û wiha axivî: "Li wî gundî di warê bîrdozî de hin kes li dijî Egîtîm-Senê bûn. Lê li gel vê yekê jî rêz nîşanî sekna me ya li dibistanê didan. Dema didîtin em xwendekaran çawa digihînin, bi rêz û hurmet tevdigeriyan."